Li 3 bajarên Elmanyayê çalakiyên Kobanê

Li bajarên Elmanya Wûppertal, Stûttgart û Dortmûnê, bi wesîleya 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê mîtîng hat lidarxistin.

Li bajarên Elmanya Wûppertal, Stûttgart û Dortmûnê, bi wesîleya 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê mîtîng hat lidarxistin.

WÛPPERTAL

Çalakiya li bajarê Wûppertalê bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) ve hat lidarxistin û pêkhateyên Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk destek dan.

Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê, hêzên Kurd ên ku çeteyên DAIŞ'ê têk birin, hatin silavkirin. Girseya gel a ku alên YPG/YPJ û PYD'ê hilgirt dirûşmên "Bijî YPG/YPJ", "Bijî Berxwedana Kobanê" û "Bijî Serok Apo" qîriya.

Hevserokê NCDK'ê Savci Azar li vir peyivî û got, "Heta ku têkoşîna azadiyê ya Kurd û dostên wan hebin, ti hêz nikare xwe li ber me rabigire. Ji ber vê yekê em dibêjin, ku divê em yekîtiya xwe xurt bkin, dest bidin hev û têkoşîna xwe ya li dijî zîhniyeta faşîst mezin bikin."

Di axaftina li ser navê pêkhateyên Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk de bal hat kişandin ser piştgiriya navneteweyî ya ji bo ji nû ve avakirina Kobanê. Her wiha hêzên YPG/YPJ'ê yên ku Kobanê ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirin, hat silavkirin.

STÛTTGART

Li bajarê Elmanya Stûttgartê bi wesîleya 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê mîtîngek hat lidarxistin. Mîtînga ku ji aliyê Platforma Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Stûttgartê ve hat organîzekirin, bi beşdariya hezar kesî pêk hat.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, berxwedana Kobanê ya bûye sembola berxwedana li dijî barbariya DAIŞ'ê hat silavkirin.

Di axaftinên li mîtîngê hatin kirin û belavokên hatin belavkirin de bal hat kişandin ser rewşa dawî ya li Kobanê û tevahiya Rojava. Di axaftinan de hat ragihandin ku Kobanê bi têkoşîna xwe ya lehengî re nîşan da ku DAIŞ dikare bê şikandin. Her wiha hat destnîşankirin ku modela xweseriyê ya Kurd ji bo Rojava ava dikin, pêşeorja Rojhilata Navîn e.

Qisekeran diyar kirin ku pêwîstiya Kobanê bi piştgiriya navneteweyî heye û gotin, "Têkoşîna li Kobanê hînê dewam dike. Kobanê li dijî barbariya DAIŞ'ê veguherî navenda berxwedana mirovahiyê."

Di çalakiyê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyên cangoriyên di têkoşîna azadiyê de jiyan xwe ji dest dan hatin hilgirtin û dirûşmên "Bijî Berxwedana Kobanê", "Bijî Kobanê", "Bijî YPG/YPJ" hatin qîrîn.

Mîtînga ku gelek rêxistinên civakî yên sivîl ên Elman jî destek danê, li dû xwendina belavokê bi gerandina govendê bi dawî bû.

DORTMÛND

Li bajarê Elmanya Dortmûndê bi wesîleya 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê mîtîng hat lidarxistin.

Di mîtînga ku ji Hagen, Dortmûnd û Meschede girseyên gel tevlî bûn de, wêneyên şervanên YPG/YPJ ên li Kobanê û Rojava jiyana xwe ji dest dan û pankartên bi zimanê Elmanî hatin nivîsandin, hatin hilgirtin. Mîtîngê bi deqeyeke rêzgirtnê destpê kir. Dûre Hevserokên NCDK, nûnerên TJK-E, PYD û çepgirên Elman axivîn. Belavoka bi zimanê Elmanî hat xwendin û çalakî bi qîrîna dirûşmeyan bi dawî bû.

...