Kurdistan bi berdêlan hatiye heyîkirin

Çareseriya pirsgirêka Kurd tenê bi têkoşîna li dijî faşîzma AKP´ê dibe. Kî bixwaze ku pirsgirêka Kurd çareser bibe, ew divê li dijî faşîzma AKP´ê têbikoşe.

Pirsgirêka Kurd veguheriye nexweşiya dewletên Rojhilata Navîn. Dewlet û civakên ku pirsgirêka xwe ya Kurd çareser nekirine, ne mumkin e ku bi sihet û çê bifikirin. Ji ber vê yekê, ji rêveberan heta bi civakê, rewşeke bi nexweşî xwe dide der. Di mijarên din de li gorî pîvanên insanî û gerdûnî nirxandin tên kirin, lê dema mesele dibin Kurd, hingê gotar û helwêstên bi nexweşî derdikevin holê.

Pêşiyên Kurdan ji gelên herî kevin ên Rojhilata Navîn in. Civakîbûna pêşî li Mezopotamyaya Jorîn ango li Kurdistanê pêk tê. Ev çanda yekem û gelbûna yekem îfade dike. Kurd gelê wê erdnîgariyê ne ku lê şaneyên kokê yên mirovahiyê ango çanda yekem lê jiyaye. Di vî warî de yekemîn hebûna gel a mirovahiyê jî pêşiyên Kurdan in. Kurdan nirxên girîng li çanda Rojhilata Navîn û çanda dinyayê zêde kirine. Niha vî gelî mandel dikin û dixwazin wî tine bikin. Ev êrişeke li dijî tevahiya mirovahiyê. Ev tine hesibandina çanda kok a mirovahiyê ye. Mandelkirina mirovahiyê ye. Li dinyayê her gel dikare bê înkarkirin, lê Kurd nikarin bên mandelkirin. Hebûna vî gelî bi hezaran salan li ser van erdan bi awayekî xurt hatiye hîskirin. Di tevahiya berhemên dîrokî û edebî yên Rojhilata Navîn de Kurdistanê û Kurdbûnê bi awayekî xurt cihê xwe girtiye. Lê belê gelekî bi vî rengî, bi zêhniyeta dewleta miletgirî û netewe dewletê ya ku kapîtalîzmê kir ku bikeve Rojhilata Navîn, niha Kurd tinê tên hesibandin.

Pêşengiya mandelkeriya Kurdan jî dewleta Tirk kiriye. Komara Tirkiyeyê bi mandelkirina Kurdan ji xwe re kiriye armanc ku wan bixe ber qirkirina çandî. Ji bo vê gelek komkujî kirine, di ser vê re jî siyaseta qirkirina çandî bi rê ve biriye. Tevî ku Îran, Iraq û Sûriyê, mîna Tirkiyeyê bi gotinê Kurd tine nehesibandibin jî, wan jî di pratîkê de siyasetên qirkirinê bi cih anîne. Çawa ku di temamê sedsala 20´an de kir, dewleta Tirk niha jî pêşengiya dijminatiya li dijî Kurdan dike. 

Van salên dawiyê, desthilatdariya AKP´ê dijminahiya li dijî Kurdan gihand asta herî jor. Li Bakurê Kurdistanê bajar şewitandin û rûxandin, bi hezaran siyasetvanên Kurd girtin, dijminatî kir li Şoreşa Rojava; ji bo ku Kurd tevahiya destketiyên xwe li Başûrê Kurdistanê ji dest bidin jî her rengê siyaseta kirêt bi rê ve bir. Niha jî vê dijminahiya li dijî Kurdan li Meclîsê bi gotina Kurdistan tine, careke din eşkere li meydanê datîne. Osman Baydemir ê ku li Meclîsa Tirkiyeyê got, Kurdistan heye, ji rûniştina Meclîsê kirin der.

Meclîs îradeya siyasî ya Tirkiyeyê ye. Nûnerê wê jî serokê Meclîsê ye. Dema cîgira serokê Meclîsê bibêje, Kurdistan tine, ev îfadekirina siyaseta fermî ye. Cîgira Serokê Meclîsê jî parlamenterên girîng ên desthilatdariya AKP´ê ye. Vê parlamenterê zêhniyeta şefê faşîst ê AKP´ê raxistiye ber çavan. Di AKP´ê de her kes dide ber hev da ku zêhniyeta Tayyip Erdogan deynin naverastê. Tayyip Erdogan nexasim jî di vê demê de dixwaze her kes girêdayî wî be. Ha ji ber vê yekê, her roj qralparêzên ji qral bêhtir qralparêz derdikevin holê û zêhniyeta Edogan tînin ziman. 

AKP û Tayyip Erdogan, di salên destpêkê yên desthilatdariya xwe de ji bo ku têkoşîna Kurdan bidin rawestandin gotarên nerm bi kar anîn. Heta, beriya ku pêngava 1´ê Hezîrana 2004´an dest pê bike, Tayyip Erdogan digot, “Hûn lê nefikirin, pirsgirêkeke bi vî rengî wê nebe.” Dema ku pêngava 1´ê Hezîrana 2004´an dest pê kir, Tayyip Erdogan ê ku digot hûn lê nefikirin pirsgirêka Kurd nîne, sala 2005´an got, “Pirsgirêka Kurd pirsgirêka min e.” Kengî miletê Kurd got, bila ev pirsgirêk êdî bê çareserkirin, hingê wî rûyê xwe yê rastî nîşan da. Sala 2014-2015’an yan wî dê pirsgirêk çareser bikira yan jî êriş bikira. Ji ber ku siyaseta çareseriyê nebû, operasyona bi êrişê tepisandinê dan destpêkirin. Ev biryara êrişê ji bo armanca tepisandina Tevgera Azadiya Kurd û birina serî ya qirkirinê hat dayîn. Ji havîna 2014´an û pê ve mandelkerî ji nû ve weke berê kete rojevê, di 24´ê Tîrmeha 2015´an de jî hat pratîkkirin. 

Êrişa 24´ê Tîrmehê û gotara "Kurdistan tine" du rûyên heman madalyonê ne. Jixwe, ji ber ku digotin Kurdistan tine, êrişa 24´ê Tîrmehê kirin. Dema ku Kurd û Kurdistan hatin qebûlkirin hingê divê pirsgirêk bê çareserkirin. Ji ber ku siyaseta çareseriyê tineye, dibêjin, Kurd û Kurdistan tinene. Ango, çareseriya pirsgirêka Kurd tenê bi têkoşîna li dijî faşîzma AKP´ê dibe. Kî bixwaze ku pirsgirêka Kurd çareser bibe, ew divê li dijî faşîzma AKP´ê têbikoşe. Tênekoşiyana li dijî desthilatdariya AKP´ê û serî tewandina li ber siyaseta qirkirina Kurdan weke hev in. Yên ku behsa Kurd û Kurdistanê dikin, divê li dijî desthilatdariya AKP´ê têbikoşin. Yan na, mirov bibêje ez Kurd im, û Kurdistan heye jî wê bê mane be, tiştekî îfade neke.

Kurd û Kurdistan bi dehhezaran şehidî hatin heyîkirin. Bi dehhezaran xazî û bi sedhezaran girtiyên Kurdistan hat heyî kirin. Ji bo heyîkirina Kurd û Kurdistanê berdêlên giran hatin dayîn. Heger rewş ev e, naxwe divê weke rêzgirtin û dilsoziya bi van berdêlan re, berdêldayîn li ber çavan bê girtin û li dijî desthilatdariya neteweperestên faşîst aAKP-MHP´ê têkoşîn bê xurtkirin. Hingê Kurdistan û Kurd wê hebûna xwe dewam bikin.

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA