Kurdên li Ewropayê gotin "dest nede vîna min"

Kurdan li Berlîn, Bruksel, Deng Haag û Helsînkî çalakî lidar xistin û êrîşên AKP'ê yên li hemberî HDP'ê bi dirûşma "dest nede vîna min" şermezar kirin.

Kurdan li Berlîn, Bruksel, Deng Haag û Helsînkî çalakî lidar xistin û êrîşên AKP'ê yên li hemberî HDP'ê bi dirûşma "dest nede vîna min" şermezar kirin.

BRUKSEL

Li paytexta Belçîka Brukselê, saet di 14:00 de li ber Konsolosxaneya Tirk çalakiyeke protestoyî hat lidarxistin. Di çalakiya ku bi qasî 200 kes lê amade bûn de, pankarta bi nivîsa "dest nede vîna min" hat rakirin.

Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Belçîkayê Mûstafa Kûmral li çalakiyê axivî û diyar kir, ew jî tevî hêzên demokratîk ên li Ewropayê tevlî berxwedana li dijî zalimiya li Kurdistanê tê kirin, bibin.

Çalakî bi qîrîna dirûşmên "Em hemû HDP'yî ne", "Faşîst Erdogan", "Kujer Erdogan" û "Kurdistan wê li faşîzmê bibe goristan" bi dawî bû.

DEN HAAG

Li bajarê Hollanda Den Haagê, zêdeyî 200 kes li ber Sefaretxaneya Bilind a Tirk li hev civiyan û çalakiya "dest nede vîna min" lidar xistin. Nûnerên saziya Hollandî ya bi navê Rode Morgen jî beşdarî çalakiyê bû.

Di çalakiyê de bi zimanên Flamanî û Tirkî belavok hatin xwendin. Girseya gel dûre çelenga reş danî ber avahiya Sefaretxaneya Bilind a Tirk. Çalakî dûre bi tilîliyan bi dawî bû.

HELSÎNKÎ

Li paytexta Fînlandiya Helsînkî, gelek Kurdistanî û dostên wan ji ber Dêra Spî heta Konsolosxaneya Tirk bi qîrîna dirûşma "dest nede vîna min" meşiyan. Çalakgeran hikûmeta AKP'ê û dewleta Tirk şermezar kirin û gotin "HDP vîna me ye, dest nede vîna me".

BERLÎN

Li paytexta Elmanya Berlînê bi dirûşma "dest nede deng û vîna min a li meclîsê" li ber avahiya Sefaretxaneya Bilind a Tirk mîtîngek hat lidarxistin. Mîtîng li ser banga Hewldana Berlînê ya HDK-E bi beşdariya gelek kesan pêk hat. 

D axaftina li ser navê hewldanê de hat ragihandin, di serî de gelê Kurd hemû beşên civakê yên bi HDP'ê tên temsîlkirin, hewl tê dayîn ji parlamentê werina vêtin.

Qisekeran gotin, "Em dîkta yek şexsî, şer, mirin, kîn û nefretê naxwazin. Em pirrengî, demokrasî û aştiyê dixwazin."

...