Kurdan li Fransayê rê nedan faşîzmê

Kurdan li herêma Redon a Fransayê konferansek lidar xistin, lê faşîstan xwestin êrîşî wan bikin. Li ser bingeh xweparastinê gel bersiv da êrîşê û êrîşkar qewirand.

Kurdistaniyan li herêma Redon a Fransayê konferansek lidar xistin. Ji ber zext û gefa faşîstan a li konferansê dixwarin, Kurd herikîn cihê konferansê û tevlî bûn. Di konferansê de rewşa dawî ya siyasî û Rojavayê Kurdistanê hat nirxandin.

Li ber bidawîbûna konferansê, komek faşîst a di wesayîtekê de xwest Kurdan tehrîk bike. Li ser vê yekê Kurdistaniyan bi xweparastinê bersiv dan vê êrîşê û li nava kolanê da ser pişta faşîstan. Kurdên ku faşîstên Tirk ji cihê konferansê qewirandin, dirûşmên, "Bijî Serok Apo" û “PKK gel e” berz kirin. 

Piştre gelek hêzên ewlehiyê sewqê cihê bûyerê kirin. Kurdan jî bi konvoya ji wesayîtan û alên PKK û bi qîrîna dirûşmeyan dawî li çalakiya xwe anîn û belav bûn.

...