BI DÎMEN

Konferansa Kurd a Navneteweyî li Moskowayê destpê kir

Konferansa Kurd a Navneteweyî, ku bi hevkariya Yekîtiya Saziyên Civakî yên Kurd a Navneteweyî û Estîtuya Lêkolînên Stratejîk a Rûsyayê (RÎSÎ) ve tê organîzekirin, li Moskowayê destpê kir.

Konferansa Kurd a Navneteweyî, ku bi hevkariya Yekîtiya Saziyên Civakî yên Kurd a Navneteweyî û Estîtuya Lêkolînên Stratejîk a Rûsyayê (RÎSÎ) ve tê organîzekirin, li Moskowayê destpê kir.

Di konferansa bi serenavê "Li dijî DAIŞ'ê, perspektîfa avakirina koalîsyona têkoşînê ya navneteweyî" de, tevî delegeyên ji Bakur û Rojavayê Kurdistanê, ji Rûsyayê Serokê Giştî yê Partiya Rûsya Adîl Sergey Mîronov, gelek siyasetmedar, akademîsyen, lêkolîner, rojnamevan û nivîskarên ji Rojhilata Navîn û Asyayê amade ne. Her wiha rêveberên rêxistin û saziyên Kurd ên li Federasyona Rûsyayê, tevlî konferansê bûne.

Axaftina vekirinê ya konferansê ji aliyê Dîrektorê Enstîtuyê Leonîd Petrovîç ve hat kirin. Petrovîç da xuyakirin ku li Rojhilata Navîn pêvajoyeke nû heye û got, "Di vê pêvajoyê de Kurd xwedî roleek girîng in. Di konferansa xwe de em ê hem rewşa herêmê, hem jî rewşa stratejîk a Kurdan binirxînin."

Qisekerê destpêkê yê konferansê Serokê Partiya Rûsya Adîl Sergey Mîronov jî bal kişand ser hebûna hin hêzên ji destwerdana Rûsyayê ya li Sûriyeyê aciz in û got, "Bûyer û qewimînên dawî yên li Rojhilata Navîn bandor li her kesî kir. Bi taybetî bandora herî zêde li gelên li vê erdnîgariyê dijîn kir."

Mîronov diyar kir ku di mijara gelên li Sûriye û herêmê dijîn de, girîng e hemû hêzên navneteweyî li hev bicivin û got, "Divê hêzên navneteweyî di vê mijarê de biryareke hevpar werbirin. Ev mijar bi qasî ku ji hêzekê yan jî dewletê re neyê hiştin, girîng e."

Mîronov bal kişand ser axaftina Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn a li Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî û anî ziman ku eger koalîyona li hemberî DAIŞ'ê hatiye avakirin, bi berpirsyarî rabe wê karên gelekî serketî bike. 

Mîronov ragihand ku ew bawer e wê ji vê konferansê biryarên girîng derkeve û got, "Pêwîste êdî her kes bizanibe ku em di mijara wergirtina tedbîran li hemberî hemû pirsgirêkan bi taybetî jî li hemberî DAIŞ'ê, gelekî cidî ne."

Mîronov da xuyakirin, ku wan ji destpêkê ve mîsyoneke girîng dane PYD'ê û destnîşan kir, ku hebûna PYD'ê nîşan dide ku li Sûriyeyê çareseriyeke demokratîk pêkane. Mîronov anî ziman ku di mijara DAIŞ'ê de ew amade ne bi her kesî re rûnên û di vê mijarê de bixebitin."

...