Komplo û komkujî li Elmanya û Awûstralyayê hatin şermezarkirin

Çalakiyên ji bo şermezarkirina komkujiyên AKP li Bakurê Kurdistanê dike û protestokirina komploya 15 Sibatê, dewam dikin. Li Elmanyayê civînên gel û çalakî hatin lidarxistin, li Awûstralyayê jî Kurd daketin kolanan.

Çalakiyên ji bo şermezarkirina komkujiyên AKP li Bakurê Kurdistanê dike û protestokirina komploya 15 Sibatê, dewam dikin. Li Elmanyayê civînên gel û çalakî hatin lidarxistin, li Awûstralyayê jî Kurd daketin kolanan.

MUNCHEN

Li bajarê Elmanya Munchenê, ciwanan êrîşên qirkirinê yên AKP li Bakurê Kurdistanê dike, bi li xwekirina kefenan şermezar kirin. Ciwanan li ser kefenên spî navên Sûr, Cizîr û navçeyên din ên komkujî lê hatine kirin, nivîsandin.

Di belavoka li çalakiyê hat xwendin de bal hat kişandin ser bazara Serokwezîra Elman Angela Merkel bi Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan re li ser penaberan. Ciwanan ji Elmanyayê xwestin, ji bo sekinandina komkujiğyan derhal zextê li AKP'ê bike. Ciwanan di dema çalakiyê de bi xwepêşandanekê re nîşan dan ku Erdogan û Merkel xwîna Kurdan vedixwin.

CIVÎNA GEL

Li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Munchenê jî civîneke gel hat lidarxistin. Di civînê de hevalên Andrea Wolf û Parlamentera HDP'ê ya Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan a ji aliyê Yekîtiya Rojnamevanên Elman ve hat vexwendin, amade bûn. Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna mirovên di berxwedanên xwerêveberiyê yên li bajarên Kurdan jiyana xwe ji dest dan, destpê kir.

Ertan axaftina xwe ya li vir de diyar kir, ku divê komkujiyên li Kurdistanê tên kirin ji civaka Elman re baş bên vegotin û da zanîn, dewleta Tirk li Kurdistanê sûcê şer dike. Ertan nerazîbûn nîşanî bêdengiya NATO û Yekîtiya Ewropayê da û bazariya li ser penaberan bi Tirkiyeyê re hatiye kirin, rexne kir.

SÎDNEY

Kurdên li bajarê Awûstralya Sîdneyê dijîn, ji bo şermezarkirina komploya 15'ê Sibatê li Meydana Town Hall li hev civiyan. Di çalakiyê de zarokan li ser komployê belavok belav kirin û bi findan nivîsa "Ji Ocalan re azadî" nivîsandin. Çalakgeran dirûşmên "Hûn nikarin roja me tarî bikin", "Bijî Serok Apo" qîriyan û dawî li çalakiya xwe anîn.

...