Kolektîfa Piştevaniya Kurd: Pêvajo krîtîk e, divê her kes piştgiriyê bide tevgera Kurd

Kolektîfa Piştevaniya Kurd a Navneteweyî got, "Li hemberî helwesta NATO ku piştgiriyê dide polîtîkaya îmha û dagirkeriyê ya rejîma Erdogan, em bi Kurdan re ne. Em ji her kesî dixwazin ku di vê dema krîtîk de piştgiriyê bidin Kurdan."

Kolektîfa Piştevaniya Kurd a Navneteweyî, li dijî êrîşên îmha û dagirkeriyê bang li alîgirên demokrasî û mafên mirovan; her kesên dijberê şer, dagirkerî, kuştina jinê û talankirina xwezayê kir, ku piştgiriyê bidin gelê Kurd.

Hevberdevka Kolektîfa Piştevaniya Kurd a Navneteweyî aktîvîsta ji Efrîkaya Başûr û parêzvana mafên jinan Fazela Mahomed got, "Bi rêya vê çalakiyê em dixwazin piştgiriyê bidin Kurdan. Li dijî piştgiriya NATO'yê ya ji bo polîtîkaya îmha û dagirkeriyê ya rejîma Erdogan, em bi Kurdan re ne. Beriya her tiştî em operasyonên Tirkiyeyê yên li Iraqê ku bi binpêkirina hiqûqa navneteweyî û bi kujeriyê li dijî hêzên ku cîhan ji DAÎŞ'ê parastin dimeşîne, şermezar dikin."

Nuqteyeke din a ku di daxuyaniyê de hate rexnekirin ew bû, ku Swêd û Fînlandiyayê di berdêla destpêkirina danûstandinên tevlîbûna li nava NATO'yê, di mijara Kurdan de serî li ber daxwazên Tirkiyeyê tewandine. Hevberdevkê komê parlamenterê berê yê Elmanyayê Jurgen Klûte got, "Ji ber vê yekê em ji Swêd û Fînlandiyayê dixwazin ku serî li ber polîtîkayên antî-demokratîk ên Erdogan netewînin û di mijara radestkirina welatiyên Kurd de daxwazên nerewa red bikin. Fikara me ya bingehîn parastina pîvanên demokratîk e, parastina demokrasiya me girîng e."

Mahomed û Klûte her wiha bal kişandin ser serdana dawî ya Wezîra Karên Derve ya Elmanyayê Annalena Baerbock a li Tirkiyeyê û diyar kirin ku rexneya Baerbock a di mijara binpêkirina hiqûqa navneteweyî ya Tirkiyeyê ya li dijî Kurdan, helwesteke erênî ye. Hevberdevkan gotin, "Em bang li Birêz Baerbock dikin ku dilsozê vê xeta polîtîka derve bimîne û zextê li Tirkiyeyê bike ku hêzên xwe yên leşkerî ji Başûr û Rojavayê Kurdistanê vekişîne."

'NATO'YÊ DESTÛR DA ERDOGAN'

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Piştgiriya hêzên navneteweyî ya ji bo êrîşên li ser gelê Kurd êdî mayinde bûye. Herî dawî di Civîna Bilind a NATO'yê de ya li Madrîdê, ji bo pêvajoya serlêdana tevlîbûna Swêd û Fînlandiyayê ya li nava NATO'yê polîtîkayên komkujiyê yên Erdogan ên li dijî Kurdan hatin erêkirin. NATO'yê jî ji bo rakirina vetoya Tirkiyeyê, peyameke qirêj li ser Kurdan çêkir û destûr da Erdogan ku paqijiya etnîkî bike. Erdogan ev rewş careke din bi kar anî û têkoşîna gelê Kurd a ji bo azadî û demokrasiyê di oxira berjewendiyên aborî, leşkerî û dîplomatîk de hate fedakirin.

Hîn beriya çend salan rewş gelekî cuda bû: di şerê dijî DAÎŞ'ê de Koalîsyona Global neçar ma ku gelê Kurd û hevalbendên wan weke hêza parastinê ya herî bi bandor a welatê xwe pênase bikin û piştgiriya wan bikin. Di vî şerî de bi deh hezaran jin û mêr ên Kurd û ji gelên din gelek şervanan jiyana xwe ji dest dan. Cîhanê ew bi wêrekî û lehengiyê nas kir. Eşkere ye ku di vê pêvajoya şer de Erdogan piştgirî da DAÎŞ'ê û rejîma Erdogan îro jî beşek ji Rojava (Bakurê Sûriyeyê) dagir dike. Di encama vê yekê de jî hate ragihandin ku şêniyên herêmê bi zorê hatin sirgûnkirin, êşkence li wan hate kirin û hatin kuştin.

Lê belê Serokkomarê Tirk hewldanên Kurdan ên ji bo mafên bingehîn ên însanî weke şantajekê bi kar tîne, sûc dihesibîne û sîstema navneteweyî jî gelê Kurd ji însafa wî re hiştiye. Civîna bilind a NATO'yê ji bo êrîşî Kurdan bike rê da Tirkiyeyê. Ev yek tê wê wateyê ku xençer ji pişt ve li Kurdan hatiye xistin. Ev gava NATO'yê li Tirkiyeyê, li Kurdistanê û jê wêdetir, tê wateya binpêkirina mafên mirovan.

'KURD JI BO TÊKOŞÎNÊN DEMOKRATÎK BÛN HÊVÎ'

Dewleta Tirk di halê hazir de rêxistiniyeke otorîter, asîmîlasyonker û neteweperest e. Tirk an jî Kurd bi hezaran siyasetmedar, rojnamevan, akademîsyen û aktîvîst hatine girtin. Sîstema navneteweyî şerê Tirkiyeyê yê li nava sînorê xwe yê li dijî Kurdan erê dike û ev yek jî daxwaza Erdogan a ji bo desteserkirinê mezintir dike.

Piştgiriya ku ji salên 1980'î û vir ve di asta navneteweyî de tê dayin, kir ku di mijara polîtîkayên tundiyê ya der barê pirsgirêka Kurd de hîn bi wêrekî tevbigere û ev tundî û şer dema dawî derbasî Sûriye û Iraqê jî bû.

Yekane çareseriya aştiyane bi wê yekê pêkane ku herdu alî li dora maseya danûstandinan rûnên.

Têkoşîna Kurdan, di sedsala bîst û yekê de ji bo demokrasî, azadiya zayendî ya civakî û ekolojiyê têkoşîneke ku ev nirx li cîhanê di bin gefê de ne. Berevajî pêla siyaseta rastgiriyê ku xwe dispêre neteweperestî, dijminatiya li jinan û nijadperestiyê, Kurd û hevalbendên wan ên li Rojava (Bakurê Sûriyeyê) û tevahiya Sûriyeyê, modeleke rêveberiya berfireh ava kirine ku weke 'konfederalîzma demokratîk' tê naskirin û bi vî rengî ji têkoşînên demokratîk ên li tevahiya cîhanê re bûne hêvî.

'LI DIJÎ ÎMHA Û DAGIRKERIYÊ EM BI KURDAN RE NE'

Li dijî nêzîkatiya NATO'yê ku piştgiriyê dide polîtîkaya îmha û dagirkeriyê ya rejîma Erdogan, em bi Kurdan re ne. Em li dijî operasyonên Tirk ên kujer ên li Iraqê ne ku dixwaze hêzên ku cîhan ji DAÎŞ'ê parastin, bikuje.

Em ji Swêd û Fînlandiyayê dixwazin ku daxwazên antî demokratîk û nerewa yên Erdogan bi cih nîne ku daxwaza radestkirina Kurdan dike; ne em ne jî gelên van welatan wê destûrê nedin vê yekê. Em; ku ji bo demokrasî, azadî û mafê diyarkirina çarenûsa xwe têdikoşin, ji wijdanê gelên cîhanê mafdariyê werdigirin û em ji dîktatoran gelekî xurtir in.

Li dijî çalakiyên durû yên ku nûnerên rewa yên gelê Kurd û hevalbendên wan ên li Tirkiyeyê terorîze dikin, em ê bibin yek.

Em alîgirê demokrasî û mafên mirovan e, em li dijî dagirkerî, qirkerî, kuştina jinan û talankirina xwezayê ne. Em bang li her kesî dikin ên ku xwedî vê nêrînê ne, ku piştgiriyê bidin Kolektîfa Piştevaniya Kurd a Navneteweyî. Em bi hev re dikarin polîtîkayên şer ên bêdawî têk bibin, em dikarin dawî li tiştên niha tên serê Kurdan bînin, em dikarin nehêlin ku niha yan jî dema bê bi ser komên bêparastin ên li çar aliyên cîhanê neyê.

Çawa ku em li welatê xwe li dijî rêxistinî û siyaseta zordar têdikoşin, li dijî gefên Erdogan ên ji bo paqijiya etnîkî ku îro li hemberî hêzên ku DAÎŞ têk birine dike, ji bo piştgiriya bi gelê Kurd re em li hev kom dibin. Em ji her kesî dixwazin ku di vê dema krîtîk de piştgiriyê bidin tevgera Kurd, ji bo piştgiriya bi kurdan, gelan, azadî, demokrasî û aştiyê bi me re tevbigerin.

LÎSTEYA KESAYETÊN MOHRA XWE DANÎNE BINÊ DAXUYANIYÊ

Lîsteya kesayetên mohra xwe danîne binê daxuyaniyê:

"1. Shirin Ebadi, Parêzvana Mafên Mirovan, Xwediyê Xelata Nobelê ya sala 2003'an, Îran
2. Jody Williams, Xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê ya sala 1997'an, DYE
3. Elfriede Jelinek, Xwediyê Xelata Wêjeyê ya Nobelê ya sala 2004'an, Awûstûrya
4. Yanis Varoufakis, profesorê aboriyê, endamê Parlamenta Yewnan û lîderê MeRA25, hevparê damezrandina DîEM25
5. David Adler, Koordînatorê Giştî, Progressive International, DYE
6. Jeremy Corbyn, Parlamenterê Bakurê Islington, Lîderê berê yê Partiya Karker a Îngiliz, Îngilistan
7. Srecko Horvat, Fîlozof, hevparê damezrandina DîEM25, Xirvatistan
8. Massimo D'Alema, Serokê berê yê Konseya Wezîran a Komara Îtalyayê, Îtalya
9. Gregor Gysi, Parlamentê Elmanyayê, Hevserokê berê yê Dîe Lînke û Serokê berê yê Çep a Ewropayê, Elmanya
10. Zingiswa Losi, Serokê Kongreya Sendîkayên Efrîkaya Başûr (COSATU), S-Afrika
11. Otmar Steinbicker, Edîtorê Aachener Friedensmagazin, Elmanya
12. Amineh Kakabaveh, Endama Parlamenta Swêdê, Swêd
13. Ögmundur Jónasson, Wezîrê Berê yê Edaletê, Îzlanda
14. Pierre Laurent, Alîkarê Serokê Senatoyê, Serokê Konseya Neteweyî ya PCF, Fransa
15. Jonas Staal, Hunermend, Damezrînerê New World Summit, Hollanda
16. Daniel Riazat, Endamê Parlamenta Swêdê, Swêd
17. Kariane Westrheim, Seroka Komîsyona Sivîl a Tirkiyeyê ya Yekîtiya Ewropayê (EUTCC) Başkanı, Norwêc
18. Jürgen Klute, Parlamenterê berê yê Parlamenta Ewropayê û Serokê berê yê Koma Dosxtaniya Kurdan a Parlamenta Ewropayê, Koma Çep
19. Ken Loach, Derhênerê Fîlm û Senarîst, Îngilistan
20. Gabi Zimmer, Parlamentera berê ya Parlamenta Ewropayê û Seroka berê ya GUE/NGL, Elmanya
21. Elisabeth Decrey, Seroka Berê ya Komara Cenevre û Parlamenta Kantonê, Swîsre
22. Stefanie Prezioso, Endama Konseya Neteweyî, Together on the Left-Cenevre, Swîsre
23. Laurence Fehlmann Rielle, Endama Konseya Neteweyî PS/Geneva an jî Parlamenta Swîsreyê (Konseya Neteweyî)
24. Franco Cavalli, Parlamenterê Federal ê Swîsreyê Serokê berê yê Koma Sosyalîst û dijberê kanserê ya navneteweyî, Swîsre
25. Raúl Prada Alcoreza, Fîlozof û Sosyolog, Universidad Mayor de San Andrés, Bolîvya
26. Cristian Delgado, Nûnerê Lûtkeya Gel, Gundî û Etnîkî, Kolombiya
27. Leonor Yonda, Nûnerê Lûtkeya Gel, Gundî û Etnîkî, Kolombiya
28. Jose Santos, Nûnerê Lûtkeya Gel, Gundî û Etnîkî, Kolombiya
29. Robert Daza, Senatorê Komara Kolombiyayê
30. Milena Ochoa, Dîrektora CEDINS, Endama Konseya PI, Kongreya Gelan, Kolombiya
31. Radha D'Souza, Nivîskar, Akademîsyen li Zanîngeha Westmînîsterê Profesor, Îngilistan
32. Kim Johnson, Parlamenter, Partiya Karker a Îngiliz, Îngilistan
33. Mick Whitley, Parlamenter, Partiya Karker a Îngiliz, Îngilistan
34. John McDonnell, Parlamenter, Partiya Karker a Îngiliz, Îngilistan
35. Zarah Sultana, Parlamenter, Partiya Karker a Îngiliz, Îngilistan
36. Uffe Elbæk, Endamê Parlamenta Danîmarkayê û Wezîrê Çandê yê berê yê Danîmarkayê
37. Eva Flyvholm, Endama Parlamenta Danîmarkayê, Danîmarka
38. Pernille Frahm, Endama berê ya Parlamenta Ewropayê, Danîmarka
39. Christian Juhl, Endama Parlamenta Danîmarkayê, Danîmarka
40. Søren Søndergaard, Endamê berê yê Parlamenta Ewropayê, Parlamenterê Danîmarkayê
41. Villo Sigurdsson, Şaredarê berê yê Kopenhagenê, Danîmarka
42. Bjørnar Moxnes, Lîderê Partiya Rødt û Endamê Parlamenta Norwêcê, Norwêc
43. Anton Gomez-Reino, MP Podemos, Galicia en Comun, Congreso Diputados, Spanya
44. Vincenç Vidal, Endamê Parlamenta Spanyayê
45. Anna Miranda, PE-BNG, Spanya
46. Rebekka Timmer, Seroka Partiya BIJ1, Hollanda
47. Fatima Faïd Haagse, Seroka Partiya Staats, Hollanda
48. Håkan Svenneling, Parlamenterê Partiya Çep, Berdevkê Têkiliyên Derve, Swêd
49. Leo Gabriel, Antropolog û endamê Konseya Navneteweyî ya DSF, Awûstûrya
50. Stellan Vinthagen, Zanîngeha Massachusetts Amherst, DYE
51. Karl-Heinz Lambertz, Serokê Parlamenta Civaka bi Elmanî Diaxive a Belçîkayê
52. Antonios Antoniadis, Alîkarê Serokê Parlamenta Civaka bi Elmanî Diaxive a Belçîkayê
53. Matthias Zimmermann, Serokê SP Ostbelgien, Belçîka
54. Paolo Ferrero, Wezîrê berê, Alîkarê Serokê Partiya Çep a Ewropayê, Îtalya
55. Massimiliano Smeriglio, Endamê Parlamenta Ewropayê, S&D, Îtalya
56. Zerrin Baratay, Kesk, Endama Meclîsa Herêmê, Auvergne-Rhone Alpes, Fransa
57. Benjamin Joyeux, Kesk, Endamê Meclîsa Herêmê, Auvergne-Rhone Alpes, Fransa
58. François ALFONSI, Parlamentê PE'yê, Koma Keskan/Tifaqa Azad a Ewropa (EELV). Fransa
59. Benoît Biteau, MEP, EELV, Fransa
60. Damien CARÊME ,MEP, EELV, Fransa
61. David Cormand, MEP, EELV, Fransa
62. Gwendoline Delbos-Corfield, Parlamentera Parlamenta Ewropayê, ELLV, Fransa
63. Claude Gruffat, Parlamentera Parlamenta Ewropayê, EELV
64. Caroline Rosse, Parlamentera Parlamenta Ewropayê, Fransa
65. Mounir Satouri, Parlamenterê Parlamenta Ewropayê, Fransa
66. Gary Diderich, Hevserokê Déi Lénk (Çep), Luksemburg
67. Carole Thoma, Hevseroka Déi Lénk (Çep), Luksemburg
68. Debbie Bookchin, Rojnamevan û Nivîskar, DYE
69. Matt Meyer, Sektereê Giştî, Komeleya Lêkolînên Aştiyê ya Navneteweyî
70. Gökay Akbulut, Parlamenta Dîe Lînke, Elmanya."