Koçyîgît: Em di her gavê de çareseriyê destnîşan dikin

Parlamentera HDP'ê Gulistan Kiliç Koçyîgît bi bîr xist ku ew li ber her pirsgirêka gel radibin û di heman demê de rê û rêbazên çareseriyê diyar dikin. Koçyîgît got, "Her mijara ku em li ber radibin, em pêşniyara xwe ya çareseriyê jî destnîşan dikin."

Parlamentera HDP'ê ya Mûşê Gulistan Kiliç Koçyîgît li ser girîngiya mîtîngên HDP'ê yên li Amed û Stenbolê ji ANF'ê re axivî.

Koçyîgît anî ziman ku asta tevlîbûna li mîtîngan nîşan dide ku polîtîkayên HDP'ê ji aliyê gel ve têne qebûlkirin û got, "Gava ku me kongre pêk anî jî me gotibû 'Çareserî bi me re ye, gotina me heye'. Ev gotin ne ji bo ajîtasyonê û ji ber xwe bû; nîşaneya rastiyekê bû. Li vî welatî em li ber her pirsgirêka gel radibin û di heman demê de li gel îtiraza xwe jî em xwedî çareseriyê ne. Di her mijarê de ku em li ber radibin, pêşniyara xwe ya çareseriyê jî destnîşan dikin. Di demekê de ku welat ji aliyê tifaqa AKP-MHP'ê ve hatiye dijberkirin; xizanî û birçîbûn gihîştiye asta herî bilind, em bi perspektîfa xwe ya rêya 3'emîn re li derveyî alternatîfên gelekî dişibin hev ên li nava sîstemê, em demokrasiyeke rasteqîn pêşkêş dikin. Hate dîtin ku gel vê yekê qebûl dike û lê dibe xwedî."

DIXWAZIN BI RÊYA ŞER, DESTHILATDARIYÊ DEWAM BIKIN

Koçyîgît bi bîr xist ku bi deh hezaran kesî di mîtîngê de dirûşma "Na ji şer re" qîriyan û wiha dewam kir: "AKP demeke gelekî dirêj e şer weke rêbazekê bi kar tîne. Her gava ku tengav dibe dest bi şer û tundiyê dike. Niha jî em li ber pêvajoyeke bi vî rengî ye. Ji hilbijartinê re salek maye û di nava şert û mercên heyî de şensê tifaqa AKP-MHP'ê nîne ku di hilbijartinê de bi ser bikeve. Ji bo karibin careke din li ser desthilatdariyê bimînin hin gav avêtin. Bi guhertina sîstema hilbijartinê re ji bo xwe hin guhertin kirin. Niha jî dixwaze komkujiyeke din bînin serê Kurdan, cografya Kurdan dagir bike, bi dagirkirina Rojava re hestên neteweperestiyê sor bikin û li ser vê yekê careke din xwe bikin desthilatdar. Me li qadên mîtîngê dît ku gel li hemberî vê yekê radibe."

NIKARIN HDP'Ê JI NEDÎTÎ VE BÊN

Koçyîgît ragihand ku li aliyekî Tifaqa Milet, li aliyê din jî Tifaqa Cûmhûr hene, lê ji aliyê polîtîkayên bingehîn ve cudahiyeke mezin di navbera wan de nîne û wiha dewam kir, "Em ji gelê xwe re dibêjin ku ne neçarî van alternatîfan e. Eger hêzên li dora maseya ji 6 hêzan dixwazin sîstema parlamenter a demokratîk pêk bînin, neçar in ku guh bidin HDP'ê û hilbijêrên HDP'ê. Me ev yek di mîtîngê de bi rengekî eşkere nîşan da. Rola diyarker a HDP'ê roj bi roj xurtir dibe. Beriya her tiştî divê li ber polîtîkayên şer rabin. Ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd, ji bo radestkirina mafên Elewiyan, ji bo çareseriya pirsgirêka jinê divê gotinên xwe hebin. Nikarin HDP'ê ji nedîtî ve bên ku yek ji partiyên herî mezin ên li meclîsê ye."

YEKÎTIYA TÊKOŞÎNÊ YA XURT

Parlamentera HDP'ê ya Mûşê Gulistan Kiliç Koçyîgît işaret bi girîngiya Tifaqa Demokrasiyê kir û got, "Em qala tifaqeke taktîkê nakin; tifaqeke stratejîk e ku demeke dirêj e hewl dide bê afirandin. Bi vê yekê re wê bêhn bê ber gelên Tirkiyeyê. Tifaqeke têkoşînê ye. Ev yek tespîta me ya hevpar e û ji bo vê jî demeke dirêj e em hevdîtinan dikin. 25'ê mehê wê di asta serokan de hevdîtin bê kirin. Di nava vê pêvajoyê de jî wê detay diyar bibin. Ber bi meha Îlonê ve jî wê ji raya giştî re bê ragihandin. Wê yekîtiyeke me ya xurt a têkoşînê bê afirandin."