KNK’ê salvegera damezirandina Tevgera Goran pîroz kir

Hevserokatiya Konseya KNK’ê bi peyameke nivîskî salvegera 13’emîn a damezirandina Tevgera Goran pîroz kir.

Hevserokatiya Konseya KNK’ê bi peyameke nivîskî salvegera 13’emîn a damezirandina Tevgera Goran pîroz kir.

Di peyama KNK’ê de ev tişt hate diyarkirin:

“Em li ser navê KNK’ê bi boneya  salvegera 13’emîn a damezrandina Tevgera Goran we pîroz dikin. Silavên xwe yên germ dişînin we rêzdar, endam û alîgirên Tevgera Goran.

Tevgera Goran, bi pêşengiya rehmetî Nawşîrvan Mistefa û hevrêyên wî, wek hêzeke siyasî ya xwedî helwesta azadîxwaz, dadperwer û demokrasîxwaz a Başûrê Kurdistanê ava bûye û mohra xwe li guhertinên siyasî û civakî yên Başûrê Kurdistanê daye.

Em hêvî dikin ku Tevgera Goran, li ser bingeha hatî sazkirin, bikarin di çareserkirina pirsgirêkên Kurdistanê û avakirina welatek azad û demokratîk de, roleke pêşengî bilîzin û her tim serketî û serfiraz bin. Her weha em bawer dikin ku Tevgera Goran, di ser xeta yekîtîya neteweyî, wê erk û wezîfeyên xwe pêk bîne û li hember dagirkeran he rdem wê çepera parastina Kurdistanê de bin.

Bi vê munasebetê em carek din salvegera damezirandina Tevgera Goran pîroz dikin û di kar û xebatên we de serkeftinê dixwazin.”