KNK’ê ji ber şehadeta şehîd Rêzan Cavîd daxuyaniyek da

KNK’ê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de ragihand ku şehadeta Şehîd Rêzan Cavîd ji bo tevahî gelê Kurd û bi taybetî têkoşîna li Rojhilatê Kurdistanê xisareke mezin e; bang li gel kir ku weke erkeke netewî xwedî helwest bin.

Hevserokatiya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) têkildarî şahadeta Rêzan Cavîd (Yûsif Rebanî) daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de wiha tê gotin: “Mixabin di bombebarana balafira bê çek a dewleta Tirk a roja 6’ê Tebaxa 2022’yan a li taxa Sinaa ya bajarê Qamişlo de 4 kes şehîd bûn û hinek birîndar bûn, yek ji wan Endamê Meclîsa Rêveberiya Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Rêzan Cavîd (Yûsif Rebanî) bû ku bi armanca pêşxistina karûxebatên neteweyî çûbû Rojavayê Kurdistanê.

Şehîdbûna têkoşer Yusiv Mihemed Rebanî ji bo Tevgera Azadî ya gelê Kurd a li her çar parçeyên Kurdistanê û bi taybet ji bo têkoşîna gelê me ya li Rojhilatê Kurdistanê xisarek mezine.

Daxwazê ji hemû gelê Kurd, hemû hêz û aliyên siyasî yên her çar parçeyên Kurdistanê dikin ku li hemberî leşkerkêşî û dagirkeriya dewleta Tirk ku şerê tinekirina gelê Kurd dike, weke erkekî neteweyî xwedî helwest bin.”