Kişanak: Dîrok wê yên di nav vê bêhiqûqiyê de ne bidarizîne

Siyasetmedar Gultan Kişanak a di rûniştina Doza Kobaniyê de axivî û got: “Dîrok, wê yên di nav vê bêhiqûqiyê de ne bidarizîne.“

Rûniştina 15’emîn a Doza Kobaniyê, piştî navberê cardin li Kampusa Girtîgeha Sîncanê dest pê kir. Doz ji aliyê Dadgeha Cezayên Giran a 22’yemîn a Enqereyê ve hat dîtin. Parlamenterên HDP’ê, parêzer û gelek kes ji bo temaşe li dozê tev lê bûn. Siyasetmedarên di Girtîgeha Sîncanê de girtî li salona dadgehê bûn, siyasetmedarên di girtîgehên din de jî bi SEGBÎS’ê tev li rûniştinê bûn.

Rûniştin, bi tespîtkirina nasnameyan dest pê bû. Di pey re şande, belgeyên hatine, xwendin. Sibel Akdenîz a wê parastina xwe bikira, ji ber nexweşiya dêya xwe nekarî tev li rûniştinê bibe. Şandeya dadgehê, biryar da ku Aysel Tûglûk a nexweşa demansê, parastina xwe bike. Tûglûk ji ber ku li nexweşaneyê bû, Gulten Kişanak axivî. Kişanak got: ‘’Roj têrê parastina min nakin. Dek û dolab çawa hatine gerandin ez ê behsa wan bikim. Daxwaza min ji we; hûn rêzê ji mafê xweparastinê re bigirin û gotina min nebirin. Çendê di der heqê vê mijarê de niqaşek çêbû. Hûn dibêjin di ser hin tiştan re derbas bibin; ev otosansor e. Ev helwesta we gef e ji mafê xweparastinê re. Serokê dadgehê gotina Kişanak birî û hişt ku siyasetmedar Gulser Yildirim biaxive. Yildirim got ku ew ji bo parastinê ne guncav e. Serokê daddehê cardin hişt ku Kişanak biaxive.

Kişanak, li ser îfadeyên şahidan axivî û wiha got: “Me hêj parastina xwe nekiribû we guhdariya şahidan kir. Ji bo bûyereke bi deh sal berê we guhdariya şahid kir. Kesê ji min re negot were îfade bide. Ez ne di rûniştinê dê bûm, we di der heqê min de guhdariya şahid kir. Dadgeh, divê baweriyê bide mirov lê nade. Daxwaza min, ew e ku careke din guhdariya Cem Tekel were kirin. Tekel di îfadeya xwe ya li dozgeriyê de tu tişt negotiye lê di dosyeyê de beyan hene. Li meydanê bi tenê dîmenên bi çend saniyeyan ên Tekel kişandine hene. Di der heqê bûyerê de rûpelek belge di destê polîsan de nîn e lê bi salan e bi van dîmenan qiyametê radikin.

Belgeyên ku teblîxê min nekirine wek teblîx kiribin nîşan didin û biryara navberê didin. Ez dixwazin hemû beyan teblîxê min werin kirin û ji nû ve biryareke navberê were dayîn. Armanca yekemîn a bi vê dosyeyê li derve çêkirina manîpulasyonê û beralîkirina siyasetmedarên ji wan re mixelef in.“

Kişanak di dewama axavtina xwe de got ku ji bo ku wê jî bixin nav dosyeyê şahidekî veşarî heye û wiha axivî: “Ez di îfadeyên şahidan de nîn im. Dek û dolaban dikin, delîlan çêdikin. Ji ber ku qesr dibêje bila girtî be azadiya min hatiye xespkirin. Bi salan e li vî welatî ev tişt heye. Bigire, tu yê delîlan jî bibînî. Tiştê tê serê me ev e.’’

Bi domdarî Kişanak, wiha got: “Şahid, di îfadeya bêusûl a li dozgêriyê daye de, gotiye ku ez sala 2015’an parlamenter bûme lê ez hingê ne wekîlê HDP’ê bûm. Lewma ez, îfadeyan qebûl nakim. Ez hingê şaredar bûm, îfade derew in. Li dijî siyaseta demokratîk em rû bi rûyê dek û dolaban in. Ku ditengijin dek û dolabên xwe zêde dikin. Dîrok wê yên di nav vê bêhiqiyêyê de bidarizîne.’’

Şandeya dadgehê got ku siyasetmedar Aysel Tûglûk, hefteye bê roja Duşemî ya jî Sêşemiyê ji bo ku parastina xwe bike divê amade be. Dadgehê guh neda îtirazên parêzeran.

Şandeya dadgehê, ji ber nerehetiya dadgêrê endam rûniştin taloqê sibehê kir.