Karîkaturîstê Îtalî sûcê heqaretê yê li cenaze hat kirin, xêz kir
Karîkaturîstê Îtalî Gîanlûca Costantînî radestkirina cenazeyê Hakan Arslan ê ku di kîsikekî dabûn bavê wî, li ser dîwarek ê Stenbolê xêz kir.
Karîkaturîstê Îtalî Gîanlûca Costantînî radestkirina cenazeyê Hakan Arslan ê ku di kîsikekî dabûn bavê wî, li ser dîwarek ê Stenbolê xêz kir.
Hestiyên Hakan Arslan ê ku di 2’ê Kanûna 2015’an de li navçeya Sûrê ya Amedê di dema şerê rêveberiya xweser de şehîd bû, piştî 7 salan di 29’ê Tebaxê de di kîsikekî de radestî bavê wî Alî Riza Arslan kirin. Cenazeyê Arslan birin Erziromê û li gundê Çavûş ê navçeya Qereyaziyê veşartin.
NERAZÎBÛNA XWE LI SER DÎWAR XÊZ KIR
Radestkirina cenazeyê Arslan ê di kîsikekî de bû sedema bertekên mezin. Rojnameger û Karîkaturîstê Îtalî Gîanlûca Gostantînî kîsikekî spî yê ku cenazeyê Arslan tê de, li ser dîwarek ê kolanên Stenbolê xêz kir. Di wêne de serê Arslan bi rengê sor hatibû xêzkirin û vê yekê bal kişand. Constantînî wêneyê xêz kir, bi van îfadeyan di medyaya dîjîtal de parve kir: “Dadgehek a Amedê ya li başûrê-rojavayê Tirkiyeyê, cenazeyê Hakan Arslan ê di operasyona leşkerî ya li bajêr de jiyana xwe ji dest dabû, piştî 7 salan di nava kîsikekî yê plastîk de bê rê û resim radestê malbata wî kir.” û “Hakan Arslan û bavê wî li kolanên Stenbolê ne.”