Jinên Tîrêjên Rojê li Geverê 15’ê Tebaxê pîroz kir
Jinên Tîrêjên Rojê li Geverê 15’ê Tebaxê tevî gel pîroz kir.
Jinên Tîrêjên Rojê li Geverê 15’ê Tebaxê tevî gel pîroz kir.
Înîsiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê li Geverê ji bo silavkirina Pêngava 15’ê Tebaxê çalakî li dar xist.
Di daxuyaniya nivîskî ya Înîsiyatîfê de hat gotin, "Guleya yekemîn a di 15'ê Tebaxa 1984'an de li Dihê hat avêtin, ne tenê ji bo gelekî, di şexsê tevahî jinan de li dijî koletiyê ya li Rojhilata Navîn hate teqandin. Li dijî cîhana ku ji aliyê zîhniyeta serdest a mêr ve tê birêvebirin, bi ruhê 15’ê Tebaxê re ruhê vejîn û zayîna azadiyê hate afirandin. Tevî ku jin di serî de di Pêngava 15'ê Tebaxê de cih negirtin jî, di encama têkoşînên mezin de jinên ku nekarîn ji malên xwe derkevin, li çiyayên azad gule li dijminên xwe reşand, berxwedanî esas girt û li dijî pergala koletiya jinê bi biryardarî têkoşîn esas girtine.
‘YEKÎNEYÊN ME AMADE NE KU TAXAN BIPARÊZIN’
Di daxuyaniyê de têkildarî çalakiyan ev tişt hatin gotin:
"Yekîneyên me di 15’ê Tebaxê roja cejna vejînê de li taxên Eskî Kişla, Mezalîk, Orman, Cûmhûriyet, Esentepe, Gungor û Kanî Haydar ên Geverê bi awayek hemwext fîşekên hewayî hatin teqandin û li ser kolanên qelebalix lastîk hatin şewitandin. Di van pîrozbahiyên ku bi pêşengiya yekîneyên me hatin destpêkirin de, gel derket derve li dora agirê azadiyê bi saetan govend gerand û dirûşme berzkirin.
Tax û kolanên me yên qelebalix heta saetên sibehê ji aliyê yekîneyên me ve hatin kontrolkirin. Divê her kes vê bizane; Li dijî her êrîşa dagirkeriyê, yekîneyên me her tim amade ne ku parastina taxên xwe û gelê xwe bikin."