Ji xwendekarên Kurd ên li Macarîstanê daxuyaniya çapemeniyê

Bi dehan kesên li paytexta Macarîstan Bûdapeşteyê dijîn, ku piraniya wan xwendekarên zanîngehê ne, li dijî polîtîkayên komkujiyê yên AKP'ê daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Bi dehan kesên li paytexta Macarîstan Bûdapeşteyê dijîn, ku piraniya wan xwendekarên zanîngehê ne, li dijî polîtîkayên komkujiyê yên AKP'ê daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Metna daxuyaniyê ji aliyê xwendekarên Kurd ên li vî welatî dijîn û Macarên dostê Kurdan ve hat nivîsandin. Di daxuyaniyê de komkujiya 10'ê Cotmehê ya li Enqereyê ya li dijî mîtînga aştî û demokrasiyê hat bibîrxistin û hat destnîşankirin ku tevî DAIŞ'ê di vê komkujiyê de para hikûmetê heye.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku heman piştî komkujiyê polîsan bi gaza îsotê êrîşî birîndaran û mirovên dixwestin alîkariyê bidin birîndaran kirin û hat destnîşankirin, ku vê yekê, mirovên dixwazin di nava aştiyê de bijîn, hejandiye.

Xwendekaran anîn ziman, ku piştî komkujiyê dûrxistina hin midûrên emniyetê û midûrên asta jêrîn ên polîsan têrê nake, divê hikûmet bi temamî îstifa bike.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Weke welatiyên Komara Tirkiyeyê em di şînê de ne û di nava îsyanê de ne! Em dixwazin li welatekî ku hurmetê ji mafên mirovan re nîşan dide û demokrasî lê heye, di nava aştî û ewlehiyê de bijîn. Em li dixwazin welatê me xwedî mirovên xwedî hesta berpirsyarî û edaletê bin. Em dixwazin hkûmet li gorî ferzên edalet û demokrasiyê tevbigere, saziyên di warê pêşîgirtina li komkujiyê de bi berpirsyariya xwe ranebûn; Serokwezîr, Wezîrê Karên Hundir û Wezîrê Edaletê tavilê îstifa bikin. Îstifa bikin û ji civaka Tirkiyeyê lêborînê bixwazin!"

...