BI DÎMEN

Ji şaredariya CHP'yî biryara hilweşandina çavkaniya debarê ya Mala Cem

Şaredarê Bayrakli Karabag, piştî ku di hilbijartinên serokatiya Mala Cem a Yamanlarê de namzetê wî winda kir, biryar da rêveberiya nû ceza bike.

Şaredarê Bayrakli Karabag, piştî ku di hilbijartinên serokatiya Mala Cem a Yamanlarê de namzetê wî winda kir, biryar da rêveberiya nû ceza bike. Şaredariyê, ji bo xerakirina salona dawetê ya ji aliyê komeleya Mala Cem ve tê bikaranîn, biryar stend.

Li Îzmîrê, Komeley Çanda Elewiyan a Karşiyakayê Mala Cem a Yamanlar, çend roj berê serokê xwe yê nû hilbijart. Di vê pêşbirka ji bo hilbijartina serokatiyê de Abîdîn Yucesoy ê ji aliyê Şaredarê Bayrakli Hasan Karabag ve hat destekkirin û Mehmet Bozkûrt ji bo serokatiyê li ber xwe dan.

Karabag ê ku nikarîbû bi rêveberiya nû ya Mala Cem, biryar da Mala Cem ceza bike. Şaredariyê bi vê armancê berê xwe da çavkaniya debarê ya komeleya Mala Cem, salona dawetê ya bi navê Can Dost.

Bi fermana Şaredar Karabag re ekîbên Şaredariyê berdêlek ji 110 hezar TL ê navbera 2011-2015'an de ji salonê re derxistin û xwestin ev pere bê dayîn. 

Şaredariyê piştre ragihand ku wan biryar stendine otoparka sergirtî ya salona dawetê bê girtin û diyar kir, ku pêwîste di nava du hefteyan de qada girtî ya partkê bê valakirin û xerakirin.

Rêveberiya Mala Cem li dijî biryarê derket û serî li dadgeriyê da.

'MALA CEM NABE BIBE CIHÊ JÊXWARINÊ'

Serokê Mala Cem Mehmet Bozkûrt li ser mijarê ji me re axivî û nerazîbûn nîşanî vê biryara Şaredariyê da ku piştî hilbijartinê hat dayîn. Bozkûrt destnîşan kir, ku ew ê nehêlin Mala Cem veguhere qada jêxwarinê.

Bozkûrt da xuyakirin, Şaredarê CHP'yî Hasan Karabag, piştî ku lîsteya wî destek didayê bi ser neket biryar daye salona dawetê ya Mala Cem hilweşîne û got, "Tevî ku em ketin nava gelek hewldanan jî Karabag ji me re ragihand ku ew ê ji vê biryara xwe venegere. Em serî li dadgeriyê da. Di heman demê de lêgerînên me yên ji bo çareseriyê dewam kirin. Lê belê bersiva ji me re hat dayîn bi giranî bi vî rengî bû; 'em nikarin bi vî şaredarî'.

Bozkûrt diyar kir, ku ew hêvîdar e ev helwesta Hasan Karabag wê Elewiyan bêhtir xurt bike û li hev bicivîne û got, "Têkoşîna me wê li cem gelê me bidome."

...