Ji polîsan hîleya hilbijartinê ya belgeya bi hejmara 142

Hat tespîtkirin û li raporan hat nivîsandin ku li gelek sindoqan, polîsan bêyî belgeya bi hejmara 142'an bide hewl dane dengê xwe bi kar bînin.

Polîsên ku ewlekariya hilbijartinê dikin, ji bo karibin dengê xwe bi kar bînin, neçar in belgeya bi hejmara 142'an radestî desteya sindoqê bikin.

Lê belê li gorî agahiyên ji HDP û wezîfedarên li ser sindoqan hatin wergirtin, li gelek dibistanan polîs dixwazin bêyî teslîmkirina belgeyan, deng bi kar bînin. Li hin dibistanan ev hewldana polîsan di raporan de hatin nivîsandin.

Li Ataşehîr a Stenbolê polîsên bi navê Mûharrem Kisimli, Mûrat Akgul, Zahît Balta û Zulkuf Hakan Ozturk bêyî ku belgeya 142'an nîşan bidin deng bi kar anîn û ev bêûsiliya wan di raporan de hat nivîsandin.