Ji Onder daxuyaniya 'destlênedanê': Girtîgeh qada têkoşînê ye
Berdevkê Heyeta Îmraliyê û Parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder, 'gefa destlênedanê' ji ANF'ê re nirxand.
Berdevkê Heyeta Îmraliyê û Parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder, 'gefa destlênedanê' ji ANF'ê re nirxand.
Berdevkê Heyeta Îmraliyê û Parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder, têkildarî şandina fezlekeyên li hemberî wan ji Serokwezaretiyê re got, "Ji bo me girtîgeh qada têkoşînê ye, mîna Meclîsê." Onder diyar kir, ew bawer dike hikûmet wê îstifa bike.
Wezareta Edaletê, fezlekeyên ji bo rakirina mafê destlênedana parlamenteriyê yê Hevserokên Giştî yên HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, Hevseroka KCD'ê Selma Irmak, Berdevkê Heyeta Îmraliyê Sirri Sureyya Onder û Hevberdevkê HDK'ê Ertûgrûl Kurkçu ji bo bişîne Meclîsê radestî Serokwezaretiyê kir. bi vî rengî hejmara fezlekeyên li hemberî wekîlên HDP'yî gihîşt 283'an.
Berdevkê Heyeta Îmraliyê û Parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder, 'gefa destlênedanê' ji ANF'ê re nirxand.
Onder got, "Em li welatekî welê dijîn, ku pîvanên giştî yên hiqûqê jî hatine betalkirin. Rakirina mafê destlênedana parlamenteriyê, dibe ku di nava bêhiqûqiyan de ya herî ji rêzê ye. Li welatekî ku mafê jiyanê yê mirovan tê binpêkirin, em ê vê bêhiqûqiya destlênedana parlamenteriyê ji xwe re nekin dert."
Onder der barê wateya vê bêhiqûqiyê de ev tespît kir: "Siyasetmedarên ku pêkanînên faşîst ên beriya niha li gorî roja îro li hemberî siyasiyan dimeşînin, hemû di nava rûpelên dîrokê de winda bûn. Di wijdanê gelan de jî bi awayekî bêîtibar mehkûm bûn. Aqûbeta van jî wê bi heman rengî be. Cudahiyek bingehîn di navbera rewşa îro û ya salên 90'î de heye. Ew jî; asta rêxistinbûyîna gel a wê rojê û ya îro ji hev gelekî cuda ye."
Onder destnîşan kir, ku girtîgeh ji bo wan ne cihekî xerîb e û got, "Ji bo me girtîgeh qadeke têkoşînê ye, mîna Meclîsê. Ti ji hevalên me vê yekê ji xwe re nake pirsgirêk."
'AKP WÊ NEÇAR BIMÎNE ÎSTIFA BIKE'
Berdevkê Heyeta Îmraliyê û Parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder da xuyakirin, ku berî bidawîbûna vê serdema qanûndanînê wê hikûmeta AKP'ê îstifa bike û ev nirxandin kir: "Ev nêrîna min a şexsî ye; berî dema hilbijartinê biqede, berî ev serdema qanûndanînê biqede wê hikûmet neçar bimîne îstifa bike. Em ê bibînin. Li holê baweriyeke ji xwe ya partiyeke ji sedî 50 ê dengan stendiye nîne. Li holê qaşo wezîr û qaşo serokwezîr hene, ku qîmeta wan ji aliyê Serokkomar ve ji holê hatiye rakirin. Ev tiştekî bidome nîne. Nakokiyên nava wan nîşan didin ku êdî nema dikarin rastiya xwe veşêrin. Di heman demê de sekna wan a di mijara Sûriye û herêmê de nîşan dane, sûcên gelekî giran e ku dikare rê li ber darizandina wan li dadgehên navneteweyî veke. Vîneke ku karibe bersivê bide van hemûyan derkevin, bi van re nîne."