Ji HDP'ê bangek gelekî girîng: Sindoq saet di 16:00 de tên girtin
Rêxistina HDP'ê ya Bajarê Amedê, li ser agahiyên şaş ên der barê saeta girtina sindoqan de daxuyaniyek girîng da.

HDP'ê diyar kir ku agahiyên dibêjin 'dengdayînên li Kurdistanê wê saet di 17:00 de biqede' şaş û derew in.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ev agahiyên şaş ên bi zanebûn tên belavkirin, danê sibehê careke din li Amedê hatiye bihîstin û hişyarî da ku sindoq wê heta saet 16:00 vekirî be û divê hilbijêr heta saet 16:00 dengên xwe bi kar bînin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Divê tevahiya gelê me yê li Kurdistanê zanibin ku dengdayîn wê saet di 16:00 de biqede û xwe li gorî vê yekê eyar bikin. Pêwîste ji sedî sed beriya saet 16:00 gelê me biçe ser sindoqan û dengê xwe bi kar bîne."
Di daxuyaniyê de hat xwestin ku bi ruhê azadiyê xwedî li sindoqan bê derketin û heta encam zelal bibe, ti pîrozbahî neyên kirin.