Ji Ewropa heta Amerîkayê komplo û terora AKP'ê hatin şermezarkirin

Komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê û komkujiyên ji aliyê AKP'ê ve tên kirin, li gelek welatan hatin şermezarkirin.

Komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê û komkujiyên ji aliyê AKP'ê ve tên kirin, li gelek welatan hatin şermezarkirin. Li Elmanya, Kanada, DYA û Fransayê Kurdistanî tevî dostên xwe daketin kolanan û ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re jî statu xwestin.

STÛTTGART

Li bajarên Elmanya Stûttgartê, Însiyatîfa Jinê ya Meryem çalakiyek lidar xist û ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re kart şand. Li Esslîngenê Meclîsa Jinê ya Arîn, li Reûtlîngekê Însiyatîfa Jinê ya Sarya, li Freîbûrgê Komuna Jinê ya Nûda û li Ûlmê jî Însiyatîfa Jinê ya Destîna çalakî lidar xistin û kart ji Ocalan re şandin.

MUNSTER

Li bajarê Elmanya Munsterê, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li ber Konsolosxaneya Tirk çalakiyek organîze kir û bi beşdariya Kurdistaniyên ji bajarên Munster, Osnabruck û Bîelefeldê, komploya navneteweyî şermezar kirin. Li ser navê NAV-DEM'ê Tahir Koçer li vir axivî û ji Tayyîp Erdogan û hikûmeta AKP'ê re got, "Bi aqilane tevbigerin û van polîtîkayên xwe yên komkujiyê biterikînin. Ya hûnê bi Tevgera Azadiyê ya Kurd re li dora maseyê rûnên yan jî di encama berxwedana bi heybet a gelê Kurd de Tirkiye wê statuya xwe ya heyî jî winda bike." Piştî axaftinan girseya gel çelenga reş danî ber konsolosxaneyê.

SAARBRUCKEN

Li bajarê Elmanya Saarbruckenê, Kurdistaniyan ji bo şermezarkirina komploya 15'ê Sibatê û protestokirina komkujiyên AKP li Kurdistanê dike, rojekê jiyan sekinandin. Karker di vê çarçoveyê de neçûn kar, xwendekar jî neçûn dibistanê. Kurdistaniyên li ber Europa Galerî li hev civiyan, ji vê derê heta avahiya hikûmetê meşiyan û ji aliyê Sekreterê Giştî yê CDU Saar Roland Theîs ve hat pêşwazîkirin. Kurdistaniyan dosyayek li ser komkujiyên AKP li Kurdistanê dike pêşkêşî Theîs kirin.

TORONTO

Li bajarê Kanada Torontoyê, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd, komkujiyên AKP dike û komploya 15'ê Sibatê protesto kir. Kurd û dostên wan li kolana herî dirêj a cîhanê Yonge St. çalakî pêk anîn. Di vê çalakiyê de ji bo meşa girseyî ya 21'ê Sibatê banga tevlîbûnê hat kirin.

MONTREAL

Li bajarê Kanada Montrealê, komploya 15'ê Sibatê û komkujiyên ji aliyê AKP'ê ve tên kirin hatin şermezarkirin û berxwedana xwerêveberiyê hat silavkirin. Di çalakiya ku ji paytext Ottawa jî beşdarî lê çêbû de, dirûşma "Ji Ocalan re azadî ji Kurdistanê re statu" hat qîrîn. Di çalakiyê de Însiyatîfa Ciwanên Welatparêz a Montreal daxuyaniyek da.

NEW YORK

Li bajarê DYE New Yorkê, li ser banga Komeleya Kurd li Amerîka û HDP New Yorkê, komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê hat protestokirin. Çalakî li ber avahiya Navenda Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) hat lidarxistin û belavok hat xwendin. Di çalakiyê de pankartên bi nivîsên "PKK li dijî DAIŞ'ê şer dike, PKK'ê ji lîsteya terorê derxînin", "Duh Kobanê îro Cizîr", "Nehêlin êdî Tirkiye Kurdan qetil bike" hat vekirin.

MARSÎLYA

Bi qasî 300 Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Fransa Marsîlyayê dijîn bi heman armancê meşeke meşaleyî ji meydana Canabîere heta meydana Vîeûx-POrtê pêk anîn. Di axaftinên li vir de bal hat kişandin ser rola Ocalan li qada demokrasî û azadiyê û êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî Bakur û Rojavayê Kurdistanê bi tundî hatin şermezarkirin.

...