Ji çalakvanên Strasboûrgê ji bo Ewropa û gel bang
Çalakiya rûniştinê ya ku Kurdistaniyan bi armanca bidawîkirina qetlîamên dewleta Tirk destpê kirin, di roja 12. de ye. Kurdistaniya banga bi lezgînî liv û tevgerê li saziyên Ewropa kir.
Çalakiya rûniştinê ya ku Kurdistaniyan bi armanca bidawîkirina qetlîamên dewleta Tirk destpê kirin, di roja 12. de ye. Kurdistaniya banga bi lezgînî liv û tevgerê li saziyên Ewropa kir.
Çalakiya rûniştînê ya li bajarê Strasboûrg ê Fransayê li ber Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME), Konseya Ewropa (KE), Komîteya Pêşîgîrtina Êşkenceyê (KPÊ) di roja 12. de ye.
Heta niha bi hezaran kes bi awayek dorveger tevlî çalakiyê bûn. Ji van Selîm Yenîgun, Sûltan Ûçûcû, Welîd Hebeş, Şakîr Araç, Şerefnaz Bûksûr, Mûstafa Tûzak û Medîha Demîr banga ketina dewreyê li Ewropa, banga mezinkirina berxwedanê jî li gelê Kurd kirin.
‘DIVÊ SAZIYÊN EWROPA BIKEVIN TEVGERÊ’
Selîm Yenîgun li bajarê Aachen ê Elmanyayê dijî. Yenîgun ku ji 22’ê Sibatê ve di çalakiya kon de cih digire, wiha got: “Heta saziyên Ewropa bikevin tevgerê em ê çalakiyên xwe bidomînin. Li hember vî sûcê mirovahiyê bêdengî, sûc e.”
Şakîr Araç ê Amedî jî ji Elmanyayê tevlî çalakiyê bûye, wiha got: “Her çiqasî em li vir in jî dilê me bi ciwanên YPS’î re ye. Wan serê me bilind kirin. Ev doz dozek bi rûmet e, wê bi ser keve.”
‘DIVÊ GELÊ ME DI NAV BERXWEDANÊ DE BE’
Sûltan Ûçûcû jî bi eslê xwe ji Çewlikê ye, ji bajarê Bordeaûx ê Fransa tevlî çalakiyê bûye , wiha anî ziman: “Divê gelê me bi Cizîr, Silopiya û Sûrê re bibe yek. Neyê lîstokên dewletê, serketin nêz e. Divê jinên Kurd ên li Ewropa dijîn jî li vir tevlî çalakiyê bibin.”
Nahîde Demîr a Êlihî jî wiha got: “Dewleta Tirk a qetlîamker nabe dost. Ji ber vê divê gelê me hişyar be; mil bi mil li hember qetlîamkeran bi Cizîr û Silopiyayê re di nav berxwedanê de be.”
‘EM DIXWAZIN AZAD BIJÎN’
Welîd Hebeş ê Efrînî jî diyar kir ku ji bo balê bikşînin ser êrîşên li ser Kurdan li vir e, wiha îfade kir: “ Çi ji Kurdan dixwazin? Em jî wek her kesî dixwazin azad û wek mirovan bijîn. Li cîhanê gelên ku hejmaran wan mîlyonek in jî welatên wan hene û zimanên wan serbest in. Lê em 40 mîlyon in û koledariyê dispêrin me. Em ê vê qebûl nekin.”
Şerefnaz Bûksûr jî saziyên Ewropa rexne kir, banga ketina liv û tevgerê kir.
‘LI BAKUR FERMANA 74’EMÎN E’
Mûstafa Tûzak jî wiha axivî: “Bi exlaq, zanebûn û fedakariyê em hatin heta îro û destkeftî çêbûn. Ji niha û şûn de jî wê zêde bibin. Ez ê jî bibim parçeyek ji vê.”
Çalakvanê bi navê Mûstafa ku bi eslê xwe ji Wêranşara Rihayê ye, bal kişand ser qetlîamên Êzîdiyan, wiha got: “Heta niha 73 ferman li ser Êzîdiyan pêk hatiye. Îro ya li Bakurê Kurdistanê jî fermana 74’an e. Ji bo mirinê rewa dibînin. Tevahî cîhan bêdeng e. Em ji bo şermezarkirina van li vir in. Em banga hestiyariyê li gelê xwe dikin.”