Kurdistanî û dostên wan ên ku Fûara Kîsta veguherandin meydana azadiyê û dengdayîn jî kirin şahî, duh tevahiya rojê bi coşeke mezin xebatên xwe yên hilbijartinê dewam kirin.
Dengdayîn wê îro jî dewam bike. Hilbijêrên li Swêdê wê ji saet 09:00 ê danê sibehê heta saet 21:00 ê danê êvarê li Fûara Kîsta dengê xwe bi kar bînin.
Hevserokê Meclîsa Gel a Demokratîk a Stockholmê Îmran Karaer da xuyakirin ku di roja destpêkê de eleqeyeke mezin ji bo dengdayînê hebû û ew li bendê ne heman eleqe îro jî dewam bike. Sempatîzan û hilbijêrên HDP'yî dan xuyakirin, ku di roja duyemîn a dengdayînê de jî ew ê qefle bi qefle bên Stockholmê û dengê xwe bi kar bînin.
Karaer bal kişand ser bûyer û qewimînên dîrokî yên li Kurdistan û Tirkiyeyê û diyar kir ku ji bo aştî, demokrasî û pêşerojeke azad, dengekî bi tenê jî gelekî girîng e. Karaer bang li hemû Kurdistaniyan kir ku tevî dostên xwe biçin ser sindoqan.
Di medya civakî de jî, der barê dengdayîna duh destpê kir de şîroveyên erênî tên kirin. Kurdistanî û dostên wan, ji tevlîbûna roja destpêkê kêfxweş in.
Ji bo heman coş û tevlîbûn îro jî dewam bike, bang li hemû hêzên demokratîk tê kirin ku bên pêşiya Fûarê û dengê xwe bi kar bînin.