Ji bo Ozer a 80 salî were berdan raporek hate amadekirin
Ji bo girtiya bi navê Makbule Ozer a 80 salî ku tevî temenê xwe yê mezin û gelek nexweşiyên wê hene, raporek ku divê cezayê wê bê taloqkirin hate amade kirin.
Ji bo girtiya bi navê Makbule Ozer a 80 salî ku tevî temenê xwe yê mezin û gelek nexweşiyên wê hene, raporek ku divê cezayê wê bê taloqkirin hate amade kirin.
Dadgeha herêmî ya navçeya Artemêtan a Wanê derbarê Makbûle Ozer a ji sedî 53 astengdar û 83 salî yê bi îdiaya "alîkariya rêxistinê kiriye" cezayê ji 2 sal û mehekê pêk tê erê kir û ew di 9'ê Gulanê de girtin.
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Wanê der barê Ozer de raporek amade kir.
Di vê raporê de, rapora Pisporê Tiba Edlî ya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) Prof. Dr. Umît Biçer jî lê hat zêdekirin.
Di rapora ji aliyê Bîçer ve hat amadekirin de hat destnîşankirin ku ne guncav e ku Ozer di şert û mercên girtîgehê de cezayê xwe bidomîne.
Di rapora ku hatiye amadekirin de tê gotin rewş û siheta Ozer ne li gorî şert û mercên girtîgehan e û tê xwestin tavilê bê berdan. Bîçer di raporê de bal kişandiye ser nexweşînên Ozer û got “Divê ew wek kesek astengdar were nirxandin.” Di raporê de hat destnîşankirin ku Makbule Ozer a 80 salî ku girtî ye bi zehmet pêwendiyê datîne û ji ber rewşa wê û nexweşînên lazim e cezayê wê bê taloqkirin.