Ji bo meşa li Dusseldorfê banga tevlîbûnê

Ji bo meşa li Dusseldorfê ya li dijî faşîzmê bê lidarxistin, banga tevlîbûnê hat kirin.

Ji bo meşa 8'ê Gulanê ya li Dusseldorfê, ku bi dirûşma "Li dijî faşîzmê mil bi mil" tê lidarxistin, rêxistinên civakî yên sivîl, saziyên jinan, rêxistin û partiyên çep daxuyaniyeke nivîskî weşandin û banga tevlîbûnê kirin.

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin, ku li dû bazariya kirêt a navbera Merkel-Erdogan, li Elmanyayê 19 aktîvîstên polîtîk ên Kurdistanî û Tirkiyeyî bi hincetên bêbingeh hatine girtin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku dewleta AKP'ê pêla nîjadperestiyê ya li Kurdistan û Tirkiyeyê dimeşîne dixwaze li Ewropayê jî bidomîne û hat gotin, "Em ê meydanê ji propaganda nîjadperest û faşîstên Tirk re nehêlin."

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Weke rêxistinên dost ên antî faşîst ên Elman û hêzên demokrasiyê yên Kurdistanî û Tirkiyeyî, em ê bi hev re li dijî nîjadperestî û faşîzmê têbikoşin. 8'ê Gulanê di heman demê de roja têkçûna faşîzma Hîtler e. Em bang li tevahiya hêzên pêşverû, demokrat, şoreşger û gelên xwe yên welatparêz dikin, ku roja 8'ê Gulanê beşdarî meşa li Dusseldorfê bibin."

Hat ragihandin, meşa ji aliyê Bundnis 'Dusseldorf stellt sich quer' DSSQ û Platforma Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk ve tê organîzekirin wê saet di 13:00 de li ber HBF destpê bike.

Saziyên destekê didin vê çalakiyê: "ANTIFA Duss. AGIF, Akkustan, ATIF, Ceni-Frauenburo, DGB -Dusseldorf/Bergischesland, Die LIKE, DKP,  FIDEF,  GEW-Dus., Interventıonistische Linke (i furiosi, see red), NAV-DEM, Piraten-Partei, Mor Îsyan, SDAJ-Dus, YJK-E (Frauen aus Kurdistan), YDG, YXK, VVN-BdA (Bund der Antifaschisten-Dus.)"