Rojnamevanên girtî Dîlan Oynaş û Zeynep Bîngol ku bi rexmê cezayê wan ê girtîbûnê bi dawî bûye jî, lê ji aliyê Saziya Îdarî û Çavdêriyê ya Bîngolê ve li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîncanê tên girtin û nayên berdan. Têkildarî vê yekê Parlementera Mûşê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Şevîn Coşkûn serî li Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan (ÎHÎK) da.
‘BERDANA GIRTIYAN TÊ ASTENGKIRIN’
Di serlêdanê de hat diyar kirin ku Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîncanê yek ji wan girtîhane ku bi kiryarên qirkirinê her tim di rojevê de ye û hat zanîn, tevî ku cezayên ji girtiyan re hatî dayîn bi dawî bûye, lê ji aliyê Saziya Îdarî û Çavdêrî ya Girtîgehê ve bi hincetên keyfî berdana wan tê astengkirin.
Hat destnîşankirin ku berdana rojnamevan Dîlan Oynaş a ku li Girtîgeha Sîncanê tê ragirtin, ji 26’ê Nîsanê û vir ve tê astengkirin û dîsan li heman girtîgehê berdana Zeynep Bîngol jî bi hinceta ku cezayê wê dîsîplînê dewam dike û ji aliyê Saziya Îdarî û Çavdêriyê ve bi hinceta ku ne xwediyê “şertên şeklî” ye, tê astengkirin.
‘BILA SERDANA GIRTÎGEHÊ BÊ KIRIN’
Di serlêdana ÎHÎK’ê de ev tişt hatin gotin: “Ji aliyê Komîsyona Mafên Hikûmxwar û Girtiyan a ku di bin sîwana Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan ve, divê bi berdewamî serî li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîncanê a ku Dîlan Oynaş û Zeynep Bîngol lê tên girtin bê kirin û têkildarî binpêkirina mafên ku tê îdiakirin hevdîtin bên kirin. Divê demildest bêhiqûqiyên ku li hemberî Dîlan Oynaş û Zeynep Bîngol tên kirin, bi dawî bibin. Ji bo astengiyên li hemberî berdana girtiyan, divê komîsyon demildest peywira xwe bi cîh bîne. Ez daxwaz dikim ku hevdîtinên pêwîst ên bi saziyan re bên kirin.”