Ji 2014'an heta bi 2022'an pêvajoya Îmraliyê ya li DMME'yê -1

DMME'yê destnîşan kir ku ferzkirina cezayê girtîgehê yê muebbetê heta bi hetayê, binpêkirina qedexeya êşkenceyê ye. Di biryara xwe ya îsal de jî hikum da ku şert û merc neguheriye û ji Tirkiyeyê xwest, heta meha Îlonê bersivê bide.

Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê di civîna navbera 30'ê Mijdarê-2'ê Kanûnê de biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) yên têkildarî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Hayatî Kaytan, Emîn Gûrban û Civan Boltan nirxand û ji Tirkiyeyê xwest ku heta Îlona 2022'an bersivê bide.

DMME'yê beriya niha di 18'ê Adara 2014'an de têkildarî Abdullah Ocalan biryar dabû. Di vê biryarê de ku weke biryara Ocalan-1 hate pênasekirin, Komîteya Wezîran diyar kir ku guhertina qanûnî ya ku cezayê muebbetê yê girankirî heta bi hetayê ferz dike, li dijî qedexeya êşkenceyê ye û hikum da ku di vê mijarê de guhertinên qanûnî divê bi cih bêne anîn.

Komîteya Wezîran bang li Tirkiyeyê kiribû ku ji bo çarçoveya qanûnî ya heyî li pîvanên DMME'yê bîne, tedbîrên pêwîst werbigire. Her wiha hejmara girtiyên ku cezayê girtîgehê yê muebbetê li wan hatiye birîn agahiyan bide û ji Tirkiyeyê xwest ku van agahiyan heta Îlona 2022'an pêşkêş bike.

BIRYARA 2014'AN ÇI BÛ?

DMME'yê destpêkê di sala 2014'an de li ser serlêdana parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan biryar da. Parêzerên Abdullah Ocalan ji ber binpêkirina xala 3'emîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) serlêdan kirin ku di xala navborî de wiha tê gotin, 'Nabe ku êşkence, kiryarên li dijî mirovahiyê, yan jî cezayê ji bo şikandina rûmetê li kesî bê kirin'.

DMME'yê ku wê demê bersiva erênî nedida ti serlêdanan, bi taybetî li gorî xala 3'emîn a PMME'yê, giliyê parêzeran bi yekîtiya dengan mafdar dît. DMME'yê di biryara xwe de gotina 'Hûn, yên ku ketine vê derê, we hêviyên xwe hemû li pey xwe hiştin' a nivîskarê Îtalyayî Dante Alîghîerî bi bîr xist û bang kir ku 'Divê girtîgeh nebin cehenem'.

Di heman biryarê de işaret bi 'berdana bi şert' hate kirin û pêşniyar li Tirkiyeyê hate kirin ku bikeve nava wan welatên girtîhiştina heta bi hetayê rake û ji bo mirovahiyê bibe mînakeke girîng. Diyar kir ku biryara berdana bi şert jî tenê bi başkirina şert û mercên girtîgehê, bi hêsanîkirina serdanên malbatan û parêzeran nabe, têrê nake û got, "Ji bo yê serlêdan kir (Abdullah Ocalan) û yên di nava heman şert û mercan têne girtin karibin sûdê ji 'berdana bi şert' werbigirin, mekanîzmayên qanûnî bêne avakirin."

Sedema vê jî biryara îçtîhatê ya bi navê "Vînter û yên din/Qraliyeta Yekbûyî" bû ku Daîreya Bilind a DMME'yê sala 2013'an biryar li ser da. Li gorî vê biryarê, ji bo cezayê girtîgehê yê muebbetê li xala 3'emîn a PMME'yê bê, divê 'şensê berdanê' û 'ceza piştî demekê ji nû ve bê nirxandin' hebe. Li gorî vê yekê jî, di çarçoveya biryara 2014'an de divê girtîhiştina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di sala 2024'an de ji nû ve di ber çavan re bê derbaskirin. Ji ber ku li gotî îçtîhada 'Vînter' DMME temamkirina 25 salên girtîmayinê ji bo mehkûmên cezayê muebbetê li wan hatiye birîn weke dema maqûl a 'jinûve nirxandinê' dibîne. Mehkûmiyeta Abdullah OCalan di sala 1999'an de destpê kir, dema bendemayinê ya 25 salan jî sala 2024'an diqede.

HIQÛQA MAFÊ HÊVIYÊ ÇI YE?

Baş e 'mafê hêviyê' çi ye, ku ji bo Abdullah Ocalan biryar li ser hatiye dayin?

Di termînolojiya hiqûqê de tê wateya naskirina derfetê azadiyê ji bo hikumxwarên cezayê muebbetê yan jî muebbeta girankirî li wan hatiye birîn. Bi gotineke din, tê wê wateyê ku her hikumxwar dikare rojekê azad bibe.

Di vê çarçoveyê de DMME'yê diyar kir ku nebûna hêviya azadbûna rojekê, di çarçoveya xala 3'emîn a PMME'yê de kiryara xerab e û destnîşan kir ku mafê hêviyê şertê hurmeta li rûmeta mirovan e.

Lê belê ev biryarên DMME'yê ji berdanê wêdetir, di çarçoveya mafê hêvîkirina berdanê de dixwaze cezayê girtîgehê yê muebbetê dem bi dem di ber çavan re bê derbaskirin.

DI RAPORÊN DEMA NÊZ ÊN CPT DE ÇI TÊ GOTIN?

DMME'yê dema ku serlêdana destpêkê ya sala 2014'an nirxand, raporên Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) lêkolîn kir. Di çarçoveya biryarên CPT de berî û piştî sala 2009'an bi du rengî hatin nirxandin. DMME'yê rapora CPT a sala 2009'an nirxand û diyar kir ku li Îmraliyê sala 2010'an di çarçoveya qanûnên ahengiya bi Yekîtiya Ewropayê (YE) re hin gav hatine avêtin û şert û merc cuda bûne. Lewma serlêdana parêzeran qebûl nekir.

Lê belê du raporên cuda yên ku komîteyê di salên 2017 û 2019'an de di serdanan de amade kir, nîşan dida ku şert û merc jinûve cuda bûne.

Li gorî herdu raporan, "Li Îmraiyê dema kombûna li hev a mehkûman hefteyê 6 saet e. Hefteyê ji bilî 3 saetan hemû aktîvîteyên li derve hatine qedexekirin. Weke encam jî girtî hemû bi giranî tecrîdkirî ne. Ev tecrîd jî ji 168 saetên hefteyê 159 saet e."

CPT her wiha diyar kir ku hevdîtina bi parêzeran û xizman bi taybetî piştî hewldana qaşo darbeyê ya 15'ê Tîrmeha 2016'an bi temamî hatiye rakirin û Abdullah Ocalan tenê Tebaxa 2019'an kariye parêzerên xwe bibîne, her wiha daxwazên ji bo serdanê jî hemû hatine redkirin. CPT ku piştî welatan destûr dan hingî raporê eşkere dike, piştre bi sê salan neçû Îmraliyê.

Sala 2021'ê ku lêkolîna herî dawî ya CPT wê salê hate kirin, ji bo Girtîgeha Giravê ya Îmraliyê sala herî giran a tecrîdê bû. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan herî dawî di 25'ê Adara 2021'ê de karîbû bi rêya telefonê bi birayê xwe Mehmet Ocalan re biaxive. Abdullah Ocalan hevdîtina xwe ya herî dawî ya bi parêzeran jî karîbû di 7'ê Tebaxa 2019'an de bike.

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê di 22'ê Mijdara 2021'ê de ji bo dîtina muwekîlên xwe yên li Îmraliyê serlêdan kir, lê piştre bihîstin di 12'ê Cotmeha 2021'ê de Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê ji bo 6 mehan hevdîtina bi parêzeran re li Abdullah Ocalan qedexe kiriye. Piştî ku qedexe di Nîsana 2022'an de bi dawî bû, parêzeran 29'ê Nîsanê serlêdaneke nû kirin, lê belê vê carê jî hîn bûn ku 13'ê Nîsanê ji bo 6 mehên din qedexeya hevdîtina bi parêzeran re li Abdullah Ocalan hatiye birîn.

Sibe: Parêzer Ozgur Erol pêvajoya biryara Ocalan-2 a DMME'yê û gavên di vê çarçoveyê de hatine avêtin ji ANF'ê re nirxand.