Îvana Hoffmann li ser gora xwe hat bîranîn
Şervana Elman a MLKP'ê Îvana Hoffmann a li bajarê Til Temir ê Rojavayê Kurdistanê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de roja 7'ê Adara 2015'an tevlî karwanê nemiran bû, li ser gora xwe hat bîranîn.
Şervana Elman a MLKP'ê Îvana Hoffmann a li bajarê Til Temir ê Rojavayê Kurdistanê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de roja 7'ê Adara 2015'an tevlî karwanê nemiran bû, li ser gora xwe hat bîranîn.
Dema çeteyên DAIŞ'ê li Til Temirê êrîş kirin, tevî Hoffmann şervanê MLKP'ê Coşkûn Înce û şervanekî YPG'ê jiyana xwe ji dest dabûn.
Di merasîma bîranînê ya li ser gora Hoffmann a li semta Meîderîch a Dûîsbûrgê de malbata Hoffmann, endamên MLKP, KGO, Însiyatîfa Hevalên Îvana, AGÎF, ATÎK, NAV-DEM; AKAB, ADHK û endamên Avakirina Komunîst a Elman bi sedan kes amade bûn.
Li dû deqeyeke rêzgirtinê li ser navê Rêxistina Jinê ya Komunîst a MLKP'ê axaftin hat kirin. Qiseker diyar kir, Hoffmann ji Afrîkayê heta Ewropayê pira piştevaniyê ye û got, "Bi gavên li ser şopa şehîdên xwe re em di têkoşîna azadî û şoreşê de bi pêş de diçin."
Li ser navê Însiyatîfa Hevalên Îvana Hoffmann û rêxistinên Şoreşger axaftin hat kirin. Merasîma bîranînê bi qîrîna dirûşmên "Şehîdên Şoreşê Namirin", "Şehîd Namirin" bi dawî bû.