HRW: Rîsk li ser sivîlên li Bakurê Sûriyeyê heye

Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW) îro bi daxuyaniyekê ragihand ku li Bakurê Sûriyeyê, aliyên şer hemû divê nehêlin zerar bigihêje sivîlan.

Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan têkildarî gef û êrîşên dewleta Tirk ên li ser bakurê Sûriyeyê daxuyaniyek da û diyar kir ku rîsk li ser sivîlên li herêmê heye.

Di daxuyaniyê de têkildarî berpirsyariyên aliyan ên hiqûqa şer, rewşa penaberan û mirovên li nava welêt ji cih û warê xwe bûn, her wiha têkildarî DAÎŞ'iyên girtî, rîsk hatin bilêvkirin.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku Tirkiyeyê beriya niha sê caran opreasyonên dagirkeriyê li herêmê kiriye û hingî mafên mirovan di asteke cidî de hatin binpêkirin.

Alîkarê Dîrektorê Rojhilata Navîn ê Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan Adam Coogle got, "Tirkiyeyê û hevalbendên wê beriya niha di operasyonên leşkerî yên derveyî sînor de ku bûn sedema koçberiya girseyî ya Sûriyeyê, sivîl kuştin û bi kêfî gelek kes girtin." Coogle bi dewamî got, "Eger tedbîrên têrker neyen wergirtin, rîsk heye ku heman binpêkirin ji aliyê dewleta Tirk û wekîlên wê yên Sûriyeyê dubare bibin. Şer dikare rewşa mirovî ya bi milyonan mirovên li bakurê Sûriyeyê girantir bike."