Heyeta Rojava ya li Moskowayê dest bi hevdîtinan kir

Nûnera Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê Sînem Mûhammed a ji bo vekirina nûnertiya Rojava li Moskowayê ye, bi Seroka Daîreya Rojhilata Navîn a Enstîtuya Lêkolînên Stratejîk a Rûsyayê Dr. Anna Glazova re hevdîtin kir.

Nûnera Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê Sînem Mûhammed, ku wê sibe tevlî merasîma vekirina Nûnertiya Kantonên Rojava ya li Moskowayê bibe, li Moskowayê bi Seroka Daîreya Rojhilata Navîn a Enstîtuya Lêkolînên Stratejîk a Rûsyayê Dr. Anna Glazova re hevdîtin kir.

Di hevdîtinê de mijarên, xurtkirina têkiliyên navbera Rûsya û Rojavayê Kurdistanê û çareseriya prisgirêka Sûriyeyê hatin nirxandin. Her wiha mijara bangnekirina Kurdan il civîna Cenevre-III hat rojevê.

Wekî din li ser xurtkirina projeyên hevpar û diyaloga navbera Rûsya û Rojavayê Kurdistanê hat rawestîn.

...