‘Heta hesab neyên xwestin qirkirin bi dawî nabin’

Rêxistina HDP’ê ya Şaxê Şîşliyê, li Pangaltiya Şîşliyê a weke nuqteya destpêkê ya qirkirina Ermenan a ji beriya 101 salan tê bidestgirtin, aktivîteyek a bîranînê hate lidarxistin.

Rêxistina HDP’ê ya Şaxê Şîşliyê, li Pangaltiya Şîşliyê a weke nuqteya destpêkê ya qirkirina Ermenan a ji beriya 101 salan tê bidestgirtin, aktivîteyek a bîranînê hate lidarxistin. Di aktivîteyê de wêneyên rewşenbîr, nivîskar, hunermend ên di malên xwe de hatin binçavkirin û qetilkirin hatin hilgirtin. Peyamên “Heta hesab neyên xwestin qirkirin bi dawî nabin” hatin dayin.

Rêxistina HDP’ê ya Şaxa Şîşliyê, bi wesîleya 101. salvegera qirkirina Ermenan li rawestgeha Metro ya Pangaltiyê aktivîteyek a bîranînê li dar xistin. Di bîranînê de gelek kesên Ermen jî beşdar bûn, daxwaz kirin ku divê dewleta Tirk bi qirkirina Ermeniya re rû bi rû bê. Girseyê wêneyên rewşenbîrên Ermen ên hatine qetilkirin hilgirtin û pankarta “Heta hesab neyên xwestin qirkirin bi dawî nabin” vekirin. Li gel dengê zengilê û duayan, çalakiya rûniştinê jî hate lidarxistin. Di bîranînê de find hatin pêxistin û qûrnefîl hatin hilgirtin. Li ser navê HDP’ê, Hevserokê HDP’ê yê Şîşliyê Mahmût Çavli xwend. Çavli beriya dest bi axaftinê xwe bike, bi bîr xist ku yek ji qetlîamên di cîhanê de herî bi êş û mirov jê şerm bike qirkirina Ermenan e ku beriya 101 sal berê li Şîşliyê destpê kirîbû. Di roja 23’ê Nîsanê de ji civaka Ermenan nêzî 200 kesayetên rewşenbîr, rûspî, kesayetên bernas û hunermend li Haydarpaşayê li trenan siwar kirin û ber bi sirgûna mirinê ve bi rê kirin.

 ‘DUH ERMENÎ ÎRO KURD’

Çavli bal kişand ku yên li pey xeyala netew- dewletek a Tirk- Sunîtiyê ketine, polîtîkayên îmhakirinê yên ji demê Osmaniyan ve destpêkirin, hê jî gavê bi şûn de navêjin. Çavli anî ziman ku nasnameyek ji ya desthilatdariyê cudatir, li hember polîtîkayên dewletê stû netewandin, hemû beşên civakê yên çokan naşkînin, bi polîtîkayên îmhayê yên dewletê rû bi rû ne. Çavli diyar kir ku destpêkê operasyonên qirkirinê li hember Rûman destpê kir, pêl bi pêl heta roja me ya îro hat. Çavli wiha got: “Suryanan jî ji vê polîtîkaya îmhayê para xwe girt. Ew jî hatin qetilkirin, ji xaka xwe, jîngehên xwe hatin sirgûnkirin. Di dawiyê de dor hatiye Kurdên ku li hember polîtîkayên helandinê stûyê xwe netewandine. Duh di îsyana Şêx Saîd de, li Dêrsimê, Koçgiriyê, Agirî û Zîlanê qetlîamên hatin kirin, îro li Cizîr, Nisêbîn, Farqîn, Sûr, Gever û Silopiyayê qetlîam têne kirin.”Çavli bi bîr xist ku Elewiyan jî para xwe ji van polîtîkayan girtine. Çavli wiha axivî: “Qetlîam û qirkirin ti caran ji van xakan dûr neketine. Li gel bêdengnebûna êşan, ji beşên fikrên û baweriyên cuda, rê li ber birînên nû didin vekirin.”

Çavli diyar kir ku weke neviyên mexdûrên qirkirina Ermeniyan û weke mirovên ku vê şermê hê zêdetir nikarin rakin, li hember polîtîkayên nijatperestiyê, îmha, nehesibandin û helandinê teslîm nabîn, ji bo hemû mirovahiyê ev bang kir: “Werin em bi hev re weke xwişk û bira li gel hev, îradeya xwe derxin holê û bi hev re biparêzin.”Çavli destnişan kir ku heta hesab neyên xwestin dawî li qirkirinan nayê û wiha anî ziman: “Çawa ku ji bo doza Hrant Dînk, me got ‘Heta em nebêjin bi dawî bû bi dawî nabe’, em dibêjin ‘Heta hesab neyên xwestin dawî li qirkirinan nayê.’”

...