‘HDP li girtîgehan jî li ser xwe ye’

Di rûniştina Doza Kobaniyê de; hat diyarkirin ku operasyonên hişmendiyê yên desthilatdariya AKP-MHP’ê berdewam in û peyama ‘’HDP li ser xwe ye, di girtîgehan de jî li ser xwe ye.’’

Di roja duduyan a rûniştina 15’an a Doza Kobaniyê ya Hevserokên Giştî yên HDP’ê yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş û û endamên Desteya Birêvebir a Navendî pê dîl tên ragirtin li Kampusa Girtîgeha Sîncanê hat kirin.

Rûniştina dozê ji aliyê Dadgeha Cezayên Giran a 22’yan a Enqereyê ve hat kirin. Parlamenterên HDP’ê, parêzer û gelek kes tev li rûniştinê bûn. Siyasetmedarên di Girtîgeha Sîncanê de girtî li salona rûniştinê bûn, siyasetmedarên di girtîgehên din de jî bi SEGBÎS’ê tev li rûniştinê bûn. Rûniştin bi tespîtkirina nasnameyan dest pê bû. Sîbel Akdenîz a wê îro parastina xwe bikira ji ber nexweşiya dêya xwe tev li rûniştinê nebû. Parêzer Kenan Maçoglû, niqaşên roja ewilîn ên rûniştinê bi bîr xistin  û got: ‘’Di rûniştinên bi xirecir derbas dibin de bi ya me ajandayên nuh didin we. Ajandayên nuh dane we ya na em nizanin.’’ Maçoglû bertek nîşan da ku çima dadgeh bêyî ku agahiyê bide guhdariya şahidên veşarî dike.

DEMÎRTAŞ: BI NÊZ BÛYÎNA HILBIJARTINAN OPERASYONÊN HIŞMENDIYÊ JÎ ZÊDE DIBIN

Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş got: ‘’Wê rojêkê hiqûq karîger bibe. Gava ku hiqûq karîger bû ez ê behs bikim ev bêhuqûqiyeke çawa ye. Belgeyên ku tên red dikim. Daxwaza min, guhdarî kirina li şahidan li hizûra her kesî ye.’’

Demîrtaş, ji bo nûçeyên derewîn ên medyaya alîgir ên li ser wan, bertek nîşan da û wiha pê de çû:

‘’Çendê berê, Yenî Şafak û Hurriyetê manşetek a wiha weşand: ‘’Qendîlê 16 Milyon Dolar daye Demîrtaş’’. Ji binî ve derew e, îfadeyeke wiha di belgeyên dosyeyê de nîn e. Yenî Şafakê, wêneyê min û Cemîl Bayik û Merdan bi binê nûçeyê ve kiriye. Diyar e ku derew e, lê ji ber ku hilbijartin nêz e ji desthilatdariyê re çi divê? Divê em bên peritandin? Ji aliyekî vê bi îdiya ku pere şandiye ji Qendîlê re tên darizandin, ji aliyê din ve jî xwedêgiravî, Qendîlê pere şandiye ji me re. Biryarekê bidin. Gelo çima ev tişt dertên holê? Lewre hilbijartin nêz didin û careke din dixwazin me ji taqetê bixînin. Operasyoneke hişmendiyê bi rê ve diçe. Wêneyê min û Cemîl Bayik û Merdan datînin ber hev da ku hişmendiyekê çêbikin. Tiştên dinivîsin, dizanin derew in, lê rastî ne xema kesê ye. Ber bi çûyîna hilbijartinê ve wê ev hişmendî berdewam be.

GUR: HDP LI HER DERÊ LI SER XWE YE

Endamê Desteya Rêvebir a Navendî ya HDP’ê yê bere Nazmî Gur, diyar kir ku bi medyayê bi nûçeyên derewîn şerekî derûnî bi wan re tê kirin û wiha axivî:

 ‘’Tiştên ku dinivîsin hemû derew in, şerê propagandayê dikin. Dibêjin qey ew ê bi vî şerî bikarin me bisekinînin? Tiştekî wiha çênabe. Me ji serê serî de got ku ev dek û dolab in. Parêzerên me, bi belgeyan îspat kir ku dek û dolab in li me tên kirin. A rast, hûn nadarizînin, hûn pêvajoya çareseriyê didarizînin. AKP’ê didarizînin. Hûn rê li ber wê yekê vedikin ku sibehê roj Serokkomar û her kes bên darizandin. Hûn bi çi bone û palpiştê me girtî dihêlin. Îfadeyên her sêyan bidin ser hev jî derew in. Ji wê boneyê em van îfadeyan red dikin. Bi van lîstikan, bi girtina rêvebiran, kirina dozan li HDP’ê, hûn dibêjin qey hûn ê bikin ku HDP dev ji rêya xwe berde? HDP li ser xwe ye, di girtîgehan de jî li ser xwe ye.”

Şandeya Dadgehê, heta bi 28’ê Tîrmehê navber da rûniştinê.