HDP'ê ji Meclîsê xwest komkujiya Roboskiyê lêkolîn bike
HDP'ê pêşnûmeyek pêşkêşî Meclîsê kir û jê xwest, Komkujiya Roboskî lêkolîn bike.
HDP'ê pêşnûmeyek pêşkêşî Meclîsê kir û jê xwest, Komkujiya Roboskî lêkolîn bike.
Parlamentera Şirnexê ya HDP'yî Aycan Îrmez, di salvegera komkujiya Roboskî de pêşnûmeyeke lêkolînkirinê pêşkêşî meclîsê kir.
Îrmez di pêşnûmeyê de bi bîr xist, ku li gorî Dadgeha Ceza ya Navneteweyî, bûyer divê ji gelek aliyan ve bê lêpirsîn û got, "Li gorî dewleteke hiqûqê, xwedî wijdan û lihevkirina civakî, demek ji ya din zûtir divê Komkujiya Roboskî were ronîkirin.
Parlamentera Şirnexê Îrmez destnîşan kir, Komkujiya Roboskî ku yek ji mezintirîn komkujiyên dîroka siyasî ya nêz a Tirkiyeyê ye, di nava beşeke mezin a civakê de rê li ber hêrseke mezin vekir û diyar kir, komkujî divê bi rengekî zelal û bê alî were lêkolîn.
Îrmez got, "Ji bo dîtina kiryarên komkujiya Roboskî û lêkolînkirina hemû aliyên komkujiyê, ji bo girtina tedbîraan, em dixwazin ku Meclîs dest bi lêkolînê bike."