HDP'ê êrîşa 'bi plan' û 'nemerdane' ya li dijî Elewiyan şermezar kir
Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) êrîşa 'bi plan' û 'nemerdane' ya li ser saziyên Elewiyan ên li Enqereyê şermezar kir.
Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) êrîşa 'bi plan' û 'nemerdane' ya li ser saziyên Elewiyan ên li Enqereyê şermezar kir.
HDP'ê daxuyaniyek weşand û got, "Di roja destpêkê ya rojiya Mûharremê de li dijî saziyên Elewiyan ên li Enqereyê êrîşeke bi plan û organîzeyî hate kirin. Li Mamakê li Cemxaneya Şahi Merdan di dema îbadetê de, li Cemxaneya Dayik Fatma ya Komeleyên Elewiyan a Demokratîk (DAD) a li Tûzlûçayirê, li Komeleya Gundê Gokçebelê û Komeleya Elewî Bdektaşî ya Tirkmen êrîşên nemerdane hatin kirin. Em van êrîşan şermezar dikin."
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku bi gotin û daxuyaniyên desthilatdariyê yên li dijî Elewiyan, êrîşên li ser Elewiyan û saziyên Elewiyan rû didin û hate gotin, "Ev êrîş yekser pêwendiya xwe bi siyaseta desthilatdariyê ya dij bi Elewiyan heye."
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Canên me yên Elewî bi tenê nînin. Heta ku berpirsyarên rasteqîn ên êrîşên li ser saziyên Elewiyan bêne eşkerekirin û hesab bê prisîn têkoşîna me wê dewam bike."