HDP’ê, banga tevlêbûyîna mîtînga xwe ya 7’ê Tebaxê kir
HDP’ê, hûrguliyên mîtînga ku wê 7’ê Tebaxê li Kartalê bike aşkera kirin û banga tevlêbûyîna mîtîngê li gelan kir.
HDP’ê, hûrguliyên mîtînga ku wê 7’ê Tebaxê li Kartalê bike aşkera kirin û banga tevlêbûyîna mîtîngê li gelan kir.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP, hûrguliyên mîtînga xwe ya ku wê bi şiara “Çareserî Li gel me ye û na ji mêtingeriyê re” 7’ê Tebaxê li navçeya Kartalê ya Stenbolê li dar bixe, li avahiya rêxistina xwe ya Beyoglûyê aşkere kirin. Hat ragihandin ku wê mîtîng li Kartalê were lidarxistin.
‘DESHILATDARÎ HEWIL DIDE KU BI ŞER Û DAGIRKERIYÊ XWE JI KRÎZAN XELAS BIKE’
Hevseroka HDP’ê ya Stenbolê Îlknûr Bîrol diyar kir ku ew ê bi mîtîngê krîz û hemû pirsgirêkan deşîfre bikin û wiha got: “Desthilatdariya AKP û MHP’ê ya ku welêt xistiye vê rewşê, bi hêza leşkeri û dagirkeriyê hewil dide xwe ji krîzan xelas bike. Em, tim dibêjin ku van polîtîkayên desthilatdariyê qebûl nakin.”
Bîrol di dewama axavtina xwe de banga tevlêbûyîna mîtîngê li hemû rêxistinên girseyî, kedkar û ciwanan kir û ev gotin kirin: “Em ê bi vê mîtîngê nîşan bidin ku ya rêya çareseriyê ya me ye. Di vê serdemê tiştê gotina wê herî zehmet e aştî ye. Lê aştî gotina herî pêwist e ku divê were kirin. Êdî tehamula kesê ji bûyerên wek qetilama Zaxoyê û êrîşên bi ser Rojava û Başûr de nîn e. Bi mîtînga ku em ê bikin, em ê bibêjin ku çareserî em in.”
BANGA TEVLÊBÛYÎNA MÎTÎNGÊ
Hevserokê HDP’ê yê Stenbolê Ferhan Encû yê axavtina xwe bi Kurdî kir, diyar kir ku AKP-MHP zirarê didin her tiştî û wiha axivî: “Xwezayê talan dikin, qeyûman tînîn cihê nûnerên gelê Kurd. Dixwazin bêhnê li HDP’ê biçikînin. Du sal in bi Doza Kobaniyê dixwazin partiya derveyê siyasete bihêlin. Em wek gelê Kurd, karker, kedkar û hemû gelên rû bi rûyê zextan divê li dijî vê hişmendiyê dengê xwe bilind bikin.”
SAETA MÎTÎNGÊ
Encû, li dijî krîmînalîzekirina HDP’ê, xelk vexwendî mîtîngê kir û got: “HDP, li wêlet xwedî rolekî giring e. Siyaseta bêyî HDP’ê qirêjî û bê wate ye. Werin em bi hev re siyaseteke watedar bi rê ve bibin.” Encû da zanîn ku wê mîtîng 7’ê Tebaxê saet di 17.00’an de li Qada Mîtîngê ya Kartalê dest pê bike.