HDP’ê Aram Tîgran bi bîr anî

Hevberdevkê Komîsyona Çand û Hunerê ya HDP’ê Omer Ocalan diyar kir ku Aram Tîgran wê her tim bi stranên xwe di bîra wan de be û got: “Dengê wî, wê her tim li cîhanê bimîne.”

Îro salvegera 13’emîn a koça dawî ya hunermendê mezin ê muzîka Kurdî Aram Tîgran e. Tîgran ku bi eslê xwe ermen e û zêdeyî 50 salan ji bo muzîka Kurdî xizmet kir, di 8’ê tebaxa 2009’an de li paytexta Yewnanîstanê Atînayê jiyana xwe ji dest da. Bi wesîleya salvegera koça dawî gelek sazî û dezgehên Kurdan Tîgran bi bîr tînin.

HDP’ê jî bi daxuyaniyek nivîskî ku bi îmzeya Cîgirê Hevserokên Giştî û Berpirsê Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê Omer Ocalan belav kir, Tîgran bi bîr anî.

Daxuyaniya Ocalan a bi sernavê “Dengê tembûra Mamosteyê Mezin Aram Tîgran wê qet ji ber guhê me neçe!” wiha ye:

“Hunermendê Ermen, hostayê mezin ê muzîka Kurdî, dildarê ziman û çanda Kurdî, mamoste û apê Kurdan Aram Tîgran 13 sal berê ji nava me koç kir. Aram Tîgran hem di jiyana xwe de hem jî piştî koça xwe ya dawî, bi muzîk û huner û sekna xwe di dilê gelê Kurd de kesayetekî giranbuha bû. Malbata Aram Tîgran di sala 1915’an de piştî Qirkirina Ermeniyan koçî Qamişloyê kir û Tîgran di sala 1934’an de li Qamişloyê ji dayik bû. Wî hê di 9 saliya xwe de dest bi çalakiyên hunerê kir û di nav qirkirin, şer û pevçûnê de û li gel hemû êş û azaran hunera xwe îcra kir.

MANÎFESTOYA AŞTİYÊ

Aram Tîgran di zimanê Kurdî, Ermenî, Erebî, Suryanî, Rûmî û gelek zimanan de bi berhemên qedirbilind di dilê gelan de cihekî mezin û taybet girt. Hunera xwe, deng û awaza xwe, tembûra xwe ji bo aştî û biratiya gelan bi kar anî. Muzîk û hunera wî ji bo gelên Rojhilata Navîn bû wek manîfestoyeke aştiyê û pirek di navbera gelan de ava kir. Wî digot ku ger ez careke din bêm dinê, çiqas tang, tifing, çek û sîleh hebin ez ê wan bihelînim û bikim tembûr, cimbiş û zirne.

‘DENGÊ WÎ, WÊ HER TIM LI CÎHANÊ BIMÎNE’

Aram Tîgran bi stranên xwe, bi dengê tembûra xwe, bi dengê xwe yê bi aram her dem di dil, hiş û bîra me de ye û awazên wî her tim li ber guhê me deng vedide. Em Aram Tîgranê hîna di 13’emîn salvegera koça wî ya dawî de bi rêzdarî, bi rehmet û bi minet bi bîr tînin. Ruhê wî şad, dengê wî li dine her û her bimîne.”