HDP’a Stenbolê Qetilama Zaxoyê Şermezar kir

Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê bi daxuyaniyeke girseyî Qetlîama Zaxoyê şermezar kir û îşaret bi wê yekê kir ku êrîş êrîşek ji êrîşên berpêyî gelê Kurd e û daxwaza darizandina berpirsên qetilamê kir.

Bertekên li dijî qetlîama dewleta Tirk a li Zaxoyê ya Başûrê Kurdistanê roj bi roj zêde dibe. Xelkê, bi pêşengiya Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê hat bal hev, qetlîam şermezar kir û daxwaza darizandina berpirsên qetilamê kir.

Di daxuyaniya girseyî ya li ber avahiya HDP’ê ya bajêr ku ji aliyê polîsan ve hatibû dorpêçkirin de, pankartê “Em qetlîama li Zaxoyê pêk hat şermezar dikin” ê bi Tirkî û Kurdî nivîsandî hat hilgirtin û dirûşmeyên “Şehîdî namirin”, “Kujer wê hesab bidin gel” û “Wê kujerên sebiyan hesab bidin” hatin berzkirin.

Hevseroka HDP’a Stenbolê Îlknûr Bîrol a daxuyaniya ji bo çapemeniyê xwend, bi bîr xist ku di êrîşa bi topan a li dijî sivîlan a 20’ê Tîrmehê ya bi ser seyrangeheke li gundê Perexê navçeya Zaxoyê ya bajarê Dihokê yê li Başûrê Kurdistanê de 9 kesan jiyana xwe ji dest daye û 23 kes jî birîndar bûne. Bîrol bal bi ser wê yekê de kişand ku ji yên jiyana xwe ji dest dane 8 jê zarok in û sersaxiyê ji malbatên qurbaniyên qetlîamê re xwest û hêviya baş bûyîna zû bi zû ya birîndaran kir.

Bîrol destnîşan kir ku ji ber nehuqûqî û sûcên şer ên hêzên global ên ji bo berjewendiya xwe rê li ber encamên wiha dilsotîner vedibe û daxwaza darizandina berpirsên qetilamê kir.

Bîrol derbirî ku berpirsê vê qetlîama bi aşkerehî ne bi tenê desthilatdarî lê dewletên navneteweyî yên kapîtalîst û emperyalîst ên li ser gelên Rojhilata Navîn û Kurdistanê bazariyan dikin jî berpirs in û wiha axivî: “Bi qetlîama Zaxoyê careke din hat dîtin ku huqûq, ji bo pirsîna hesab, rû bi rû bûyîna bi qirkirin û komkujiyan re li gor nirxên hevpar ên mirovahiyê; lê bûye çekek a li dijî gelan tê bikaranîn. Berpirsê qetilamê “sazûmaniya neteweyî û navneteweyî ya huqûqê” ku hesabê Zîlan, Dêrsim, Roboskî, Şengal, Qamişlo û hêj gelek qetlîamên din nepirsiye ye.

Bîrol bi bîr xist ku ji ber înkarkirina Kurdan a desthilatdariya AKP-MHP’ê rê li ber vê bêrehmiya mezin û sûc û çalakiyên li dijî mirovahiyê vebûye û anî ziman ku di raporên saziyên mafên mirovan de tê jî aşkere kirin; her roj zarok, jin û mirovên kal û pîr tên kuştin.

Bîrol di dewama axavtina xwe de bi lêv kir ku ji fikira înkar û berbelavbûyînê ya desthilatdariyê ji xeynî dijminatî û xizaniyê tu encam çênebin û wiha pê de çû: “Bes e, dev jê berdin. Dev ji şerperestiya xwe berdin. Dev ji pêkanîna huqûqa dijminatiyê, siyaseta xwe ya herêmê ya li ser înkarkirina Kurdan a dûrê rastiyê berdin. Dev ji xeta xwe ya emperyalîzmê berdin. Pêşeroja bi fikira demokrasî û aştiyê yekane bijarte ya ji bo welêt, herêm û hemû gelan e. Banga me li hêzên mixelefeta civakî, hemû partiyên siyasî ew e ku li dijî vê siyaseta şer a civaka me û herêmê tam xistiye nav cendereyê rabin û dengê xwe bikin û ji behrê bêhtir behsa aştiyê bikin. Ji bo raserkirina aştiyê li herêmê, em, bang li civaka navneteweyî û hemû saziyên eleqedar dikin ku bi erka xwe rabin.”

DEV JI ÊRÎŞAN BERDIN

Hevserokê HDP’ê yê Stenbolê Ferhat Encu di axavtina xwe ya bi Kurdî kir de wiha got: “Qetlîama Zaxoyê êrîşek ji êrîşên li dijî gelê Kurd e. Bi êrîşên kirêt, jin, kal û pîr, her kes qetil dibe. Ji zû de ye ku em ji bo bidawîbûyîna van êrîşên qirêjî bang dikin. Lê yên ku serweriya xwe li ser van êrîşan ava kirine dev ji van êrîşan bernadin.

Encu bi bîr xist ku ew her roj bi nûçeyeke mirinê û qetilamê hişyar dibin û wiha bi axavtina xwe de çû: “Rojek a ku mirin nebe, dayik negirîn nîn e. Êdî dev ji van êrîşan berdin. Werin bi diyalog û mizakereyê welat bikin cihekî ronahî û navenda demokrasiyê. Dev ji vê dijminatiyê berdin, guh bidin daxwazên vî gelî. Bi kuştinê û êrîşan hûn tu tiştekî bi dest naxin. Pirsgirêkê xerabtir dikin. Em ê heta bi dawiyê bi pey vê qetlîamê bikevin.”

Çalakî bi diruşman bi dawî bû.