HBDH'ê li Îzmîrê li polîsan xistin
Milîsên Mahsûm Korkmaz ên HBDH'ê gotin, "Li Îzmîrê me li polîsên dijminê gel û kujerên faşîst xist."
Milîsên Mahsûm Korkmaz ên HBDH'ê gotin, "Li Îzmîrê me li polîsên dijminê gel û kujerên faşîst xist."
Milîsên Mahsûm Korkmaz (Fermandar Egîd) ên Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Gelan (HBDH) daxuyaniyek da û got, "Me li Îzmîrê li polîsan xist! 16'ê Tebaxê bi şev saet di 23:00 de li Menderesê me li hemberî polîgona polîsan çalakiya sûîqestê kir. Em bi wesayitê hatin ber deriyê polîgona lêdanê û li dijmin reşandin. Di vê çalakiyê de ku ji bo bîranîna Fermandar Egîd ê Pêngava Vejînê ya 15'ê Tebaxê hate lidarxistin, polîsek hate kuştin, yek jî birîndar bû. Aqûbeta polîsê duyemîn nayê zanîn."