Gule danîn ber mala Bulbul ê HDP'yî yê di komkujiyê de birîndar bû
Hevserokê HDP'ê yê Navçeya Akhîsarê Bulbul ê ku di Komkujiya Enqereyê de birîndar bû, guleya çekê li ber mala xwe dît.

Li navçeya Manîsa Akhîsarê, gule danîn ber mala Hevserokê HDP'ê yê Akhîsarê Siddik Bulbul ku di komkujiya Enqereyê de birîndar bibû.
Bulbul şevê din çû malê, piştî saet û nîvekê ji bo gerandina mêvanê xwe derket derve û li ber deriyê maal xwe guleyên çekê dît. Li ser vê yekê Bulbul telefonî polîsan kir. Polîsên hatin cihê bûyerê ji bo lêkolînê gule bi xwe re birin. Bulbul diyar kir ku ew ê giliyê kes an jî kesên ku gule danîne ber deriyê mala wî bike.
Bulbul di komkujiya Enqereyê de birîndar bû şûnde di malpera "akhisarhaber.com" de nûçeya "Serokê navçeya Akhîsarê ji teqînê filitî" weşandibû û piştî vê nûçeya faşîstan gef lê xwaribûn.
Bulbul diyar kir ku ew bûyer ne ya ewilî ye û her tim tê şopandin. Bulbul got ku xebatên wan hin kesên xêrnexwaz aciz kiriye û ev tişt anî ziman: "Kesên ku ev gule danîne ber mala min dixwaze peyamê dide min. Ev pêkanîneke dermirovahî ye û sûc e."