Girtiyên PKK û PAJK'î: Em kincê ji yekrengî ti carî qebûl nakin!

Girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê, der barê zexta lixwekirina kincê ji yekrengî de hişyariyeke tund dan û gotin, "Hûn nikarin texmîn bikin bê em ê çi bikin."

Bi navê girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê Denîz Kaya daxuyanî li ser mijarê da.

Kaya da xuyakirin ku hikumeta Erdogan realîteya edalet, wijdan û demokrasiyê li gorî berjewendiyên xwe bi kar tîne û ji aliyekî ve bi rêya şer welêt dixe nava kaosê, li aliyê din jî bi polîtîkayeke derve ya ku hewl dide bûyerên di sîstema wî ya dîktatorî de diqewimin binixumîne, tîraniya rejîma yek şexsî dike.

Kaya destnîşan kir, hikumeta Erdogan ku ji ber têkçûna gavên wî yên li hemberî tevgera azadiyê ya Kurd tengav bûye, dixwaze tasfiyekirina gelê Kurd û tevgera azadiyê ya Kurd li zindanan bike.

'EM Ê TI CARÎ LI XWE NEKIN, EM Ê BIÇIRÎNIN Û BIAVÊJIN'

Denîz Kaya diyar kir, bi ferzkirina lixwekirina kincê ji yekrengî ya li zindanan, Erdogan derketiye asta herî bilind a sînornenasiya faşîzmê û wiha dewam kir: "Ji aliyekî ve DYA û sîstema wê rexne dike, li aliyê din jî Gûatemalayê weke referans nîşan dide. Piştre jî radibe dibêje 'kincê ji yekrengî' daxwaza gel e. Xuya ye dixwaze bi polîtîkayeke ji karton dixwaze xwe rewa bike. Lê belê divê hikumeta Erdogan baş bi vê zanibe: Em weke girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê, ti carî wî kincê ji yekrengî li xwe nakin, eger bi zorê li ser me bê ferzkirin em ê biçirînin û biavêjin. Di vê mijarê de helwesta me zelal e. Armanceke bi tenê ya kincê ji yekrengî heye; bênasnamekirin û bêîradekirina mirovan e."

Kaya da xuyakirin ku ew ji bo jiyaneke azad û wekhev, azadiya fikir û mafên mirovan diparêzin û got, "Em ew mirov in ku ji bo armancên xwe di xeta parastina rewa de ji bo rastî û azadiya civakî têdikoşin. Qanûnên ku hûn bi rêya wan ceza û sûc pênase dikin, ji bo zerarnebûna li mejiyê netewe dewlet e. Ji ber vê yekê, li gorî feraseta hiqûqa gerdûnî her girtî dibe ku ne sûcdar be. Lê belê ji bo Erdogan her kesê serî li ber natewîne, sûcdar e."

'HÛN NIKARIN TEXMÎN BIKIN BÊ EM Ê ÇI BIKIN'

Denîz Kaya diyar kir ku bi pêkanîna kincê ji yekrengî re wê mirovên koleyên hemdem li zindanan bên afirandin û wiha dewam kir: "Kesayetekî ne ji xwe, yekî xerîb bûye, kesayetekî ku kesayetî pê re nemaye dixwazin biafirînin. Dema ku vê dikin jî hewl didin kirasekî qanûnî lê bikin û bikin malê civakê. Şexsiyeta Erdogan li dijî mirovan, li dijî civakê û exlaqê civakê dijî. Wke girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê, em ê ti carî destûrê nedin vê yekê. Di nava her şert û mercî de em ê temsîla nasnameya PKK û PAJK'ê bikin. Dema ku nêzîkatiyeke neyînî li dijî îrade û rûmeta me hate kirin, hûn nikarin texmîn bikin bê em ê çi bikin. Referansa we Gûatemala be, referansa me jî Berxwedana Zindanê ya 14'ê Tîrmeha 1982'an e. Eger ruh, mejî û têgihiştina şexsiyeta Erdogan ji xwe re tekperestiyê esas digire, em jî şiyara 'teslîmiyet rê li ber xiyanetê, pasîfîzîm rê li ber têkçûnê, berxwedan jî rê li ber serketinê vedike' ya Mazlûm Dogan ji xwe re esas digirin. Em ê ti carî ji berxwedana di xeta serketinê de venegerin."

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku girtiyên PKK û PAJK'î yên li zindanên Kurdistan û Tirkiyeyê wê di vê mijarê de bi rengekî hevgirtî tevbigerin û di rewşeke gengaz de wê bi rêbazeke kolektîf berxwedana topyekûn bi rêxistin bikin.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li hemû mirovên pêşverû, demokrat, rewşenbîr, nivîskar û parêzvanên mafên mirovan hate kirin ku li dijî vê pêkanîna faşîst dengê xwe bilind bikin.