Girtiyê nexweş Badûr rakirin nexweşxaneyê

Girtiyê nexweş Mahmût Badûr ê 56 salî yê di Girtîgeha Odemîşê ya Tîpa T'yê de rakirin nexweşxaneyê.

Li Girtîgeha Odemişê ya Tîpa T ya Îzmîrê, girtiyê bi navê Mahmut Badûr ê 56 salî rakirin nexweşxaneyê. Badûr ku 30 sal in di girtîgehê de ye û di lîsteya girtiyên nexweş a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de ye, piştî ku hevalên wî yên agahî dane malbata wî, malbat pê hesiyaye ku li nexweşxaneyê ye

Jinbira Mahmut Badûr, Nûrê Badûr derbarê bûyerê de agahî da û diyar kir ku Mahmût Badûr 30 sal in di girtîgehê de ye. Badûr anî ziman ku Mahmût Badûr berê emeliyat bûbû, lê belê ji bo kontrolê ew nedibirin û got: “Îro hevalên wî ji girtîgehê telefonî me kirin û gotin ku agahî jê nayê girtin. Em nizanin ew li kîjan nexweşxaneyê ye. Dema ku me telefonî girtîgehê kir ji me re gotin, 'Hûn ê telefonî beşa tenduristiyê bikin.' Lê dema gava en telefon dikin kes bersivê nade. Gotin tenê dikarin di nava hefteyê de agahî bidin. Îro şemî ye, sibê yekşem e, em ê heya nava hefteyê nizanibin bê ka li ku ye. Ji ber vê fikarên me hene."