‘Girtîgeh veguherîne malên mirinê‘

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD‘a Stenbolê û Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî vê heftiyê jî ji bo balê bikêşin li ser rewşa girtiyên nexweş çalakî li dar xistin. Di çalakiyan de hate diyar kirin ku girtîgeh veguherîne malên mirinê.

 

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş her hefteyê çalakiya “Rûniştina F” li dar dixin. Li Enqereyê jî Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî di hefteya 412'an de li ber Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Enqerê daxuyanî da. Di çalakiyan de hate diyar kirin ku girtîgeh veguherîne malên mirinê.

STENBOL

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş her hefteyê çalakiya “Rûniştina F” li dar dixin. Komîsyonê çalakiya xwe ya hefteya 540’an li pêşiya avahiya komeleyê li dar xist. Di çalakiyê de gelek parastvanên mafên mirovan, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û xizmên girtiyan jî amade bûn. Di çalakiyê de pankarta “Tedawî maf e nayê astengkirin” hatibû vekirin û beşdaran dirûşmên “Tedawî maf e nayê astengkirin” û “Mirov bi mafên xwe mirov e” berz kirin. Her wiha di rûniştinê de dovîzên ku wêneyên gelek girtiyên rewşa giran li ser hatin vekirin. Di çalakiyê de beşdaran bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Ahmet Dîzlek ku li Girtîgeha Kandirayê tê ragirtin û tevî penceşêrên mîde û lenfê jî nayê tedawîkirin

Metna derheqê Dîzlek de ji hêla Endamê Lijneya Rêveber (YK) ê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê Ferît Barût ve hate xwendin. Barût diyar kir ku girtîgeh veguherîne navendên nexweşiyan û wiha got: “Mirov dikare bibêje ku veguherîne ‘malên mirinê.’ Girtî nayên tedawîkirin, mafên wan tên binpêkirin û terkî mirinê hatine kirin. Yek ji van girtiyên terkî mirinê hatiye kirin jî Ahmet Dîzlek e.”

‘NABIN KONTROLÊ JÎ’

Bi domdarî Barût derheqê Dîzlek de ev agahî parve kirin: “Penceşêrên mîde û lenfê pê re hene. Di qurçikên wî de kîst çêbûye. Pir zêde kîlo dane lewma bi zorê xwe li ser pêyan digire. Tevî vê yekê jî tedawî û sexbêra wî tê paşguhkirin û mafê wî yê tedawî û tenduristiyê tê binpêkirin. Ahmet Dîzlek di sala 2016’an de hate girtin û demekî piştre nexweşiyên wî yên mîde dest pê kirin. Bi rêya dermanan heta demekî dirêj tedawiya wî hate vehêlandin û nebirin nexweşxaneyê. Piştî ku birin nexweşxaneyê û tetkîkên wî hatine kirin, bijîşkan got ku bi nexweşiya ulserê ketiye û dîsa şandin girtîgehê. Lê êşa mîdeyê wî roj bi roj zêdetir bû û tevî gelek israran jî nebirin nexweşxaneyê. Êdî êşa mîdeyê wî gihişt astekî wisa ku nema dikariya xwe li ber bigire. Li ser vê yekê jî neçar man ku di sala 2020’an de bibin nexweşxaneyê. Di encama tetkîkan de derket holê ku ulsera di mîdeyê wî de veguheriye penceşêrê û hat gotin ku divê were emeliyatkirin. Lê belê dest ji emeliyatê berdin, Dîzlek bi awayekî rêk û pêk nebirin kontrolê jî. „

‘EZ NIKARIM RÎSKÊ VÊ RÎSKÊ BIGIRIM‘

Hevjîna Dîzlek serî li ÎHD’ê da û agahiyên dawî yên derheqê hevjînê xwe de parve kir. Her cara ku Dîzlek nebaş dibe, ew birina beşa lezgîn a nexweşxaneyê yan jî li polîklînîkê derman kirine. Hevjîna wî çûye nexweşxaneyê û bi bijîşkê ku Dîzlek tedawî kiriye re axivî. Bijîşkî ji hevjîna wî re gotiye; ‘Em vî nexweşî naşopînin. Nikarim rîskê bigirim û wî emeliyat bikim.’ Got ku tevî ku rewşa vî girtî ewqas girane jî bi rêk û pêk nebirine kontrolê.

BI DÎWARAN DIGIRE Û WISA TÊ HEVDÎTINÊ

Dîzlek, di sala 2021’an de li ser israra bijîşkan hat emeliyatkirin. Piştî emeliyatê jî nekarî xwarina xwe bi rêk û pêk bixwe. Lewma gelek zeîf bûye. Di tetkîkên hatine kirin de diyar bû ku li ser gurçikên wî kîst çêbûye lê tevî vê yekê jî nehatiye dermankirin. Hevjîna Dîzlek da zanîn ku hevjînê wê gelek zeîf bûye û dema tê hevdîtinê jî bi dîwaran digire û wisa tê. Banga me li hemû peywirdaran ew e ku ji bo Dîzlek û hemû girtiyên nexweş bên tedawîkirin û mafên wan ên tenduristî û jiyanê bê parastin, bi berpirsyariya xwe rabin. Her wiha banga me ji bo raya giştî jî ew e ku bihestiyar tevbigerin.”

ENQERE

Di hefteya 412'an de Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî, li ber Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Enqerê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta "Tedawî Maf e Nikare Bê Astegnkirin û Bila Girtiyên Nexweş Bên Berdan" hat vekirin. Înîsiyatîfê di daxuyaniyê de bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Ehettîn Kaynar (73).

Di daxuyaniyê de Endama Lijneya Birêvebirina Navendî ya ÎHD'ê Nûray Çevîrmen axivî û derbarê rewşa Kaynar de agahî da û xwest ku demildest bê berdan.

MAFÊ TEDAWIYÊ TÊ ASTENGKIRIN

Çevîrmen diyar kir ku Kaynar destpêkê di mijdara 2015'an de hatiye girtin û piştî 2 salan hatiye berdan û wiha got: "Di encama erêkirina dosya wî de Kaynar di nîsana 2021'an de careke din hat girtin û ew kirin Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê. Dema ku li derve bûye anjiyo bûye û piştî 2 heftan hatiye girtin. Piştî ku hatiye girtin rewşa wî giran bûye û tedawiyên wî nehatine kirin. Beriya 2-3 mehan Kaynar sewqî Girtîgeha Tîpa T Karabukê hatiye kirin. Dema cejnê malbata wî çûye serdana Kaynar û dîtiye ku rewşa wî ne baş bûye û wî nabin nexweşxaneyê."

Di berdewama daxuyaniya xwe de Çevîrmen, destnîşan kir ku ji ber tedawiya wî nayê kirin Kaynar ketiye nav nivînan û êdî nikare bi malbata xwe re bi telefonê jî biaxive û banga berdana wî kir.