Gel wê li Swîsreyê di festîvala Kobanê de bicivin

Beriya Roja Kobanê ya Cîhanê, ji bo destekkirina xebatên ji nû ve avakirina Kobanê wê gel di "Festîvala ji bo Kobanê" ya li Swîsreyê de bicivin.

Beriya Roja Kobanê ya Cîhanê, ji bo destekkirina xebatên ji nû ve avakirina Kobanê wê gel di "Festîvala ji bo Kobanê" ya li Swîsreyê de bicivin. Di festîvalê de wê bê destnîşankirin, ku tevahiya gelên cîhanê deyndarê Kobanê ne.

Beriya 1'ê Mijdarê, ku di nava gelan de week Roja Kobanê ya Cîhanê hat qebûlkirin, li Swîsreyê wê ji bo destekkirina xebatên ji nû ve avakirina Kobanê, bi beşdariyeke girseyî festîvalek bê lidarxistin. Festîval wê di 31'ê Cotmehê roja Şemiyê de li bajarê Swîsre Bernê pêk were û hemû gelên li Swîsreyê dijîn wê beşdar bibin. Di festîvalê de wê bal bê kişandin ser girîngiya berxwedana Kobanê ji bo gelên cîhanê û destek ji xebatên ji nû ve avakirina Kobanê re bê dayîn.

Festîval ji aliyê gelek komên demokratîk, çep, sosyalîst û anarşîst ên Swîsreyî, Kurdistanî û Tirkiyeyî ve tê organîzekirin. Amadekariyên festîvalê ev 5 meh in dewam dikin.

Festîvala bi navê "Festîvala ji bo Kobanê" wê di 31'ê Cotmehê roja Şemiyê de li Grosse Halle Reîtschûle ya Bernê, saet di 14:00 de destpê bike û heta nîvê şevê saet 24:00 dewam bike.

Di festîvalê de, cangoriyên têkoşîna azadiyê yên li pêş çavên tevahiya cîhanê li hemberî dijminê mirovahiyê DAIŞ'ê berxwedaneke mezin nîşan dan û di azadkirina Kobanê de jiyana xwe ji dest dan, wê neyên ji bîr kirin. Di festîvalê de, ji bo vegotina berxwedana Kobanê, tevî sînevîzyonê wê gelek çalakî werin lidarxistin.

Tevî hunermendên Swîsreyê Seranat Ezgî û Pamela Mendez, wê Koma Hîvron û gelek hunermendên din derkevin ser dika festîvalê. Her wiha parêzerê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehdî Oztuzun û nûnerê PYD'ê jî wê weke qiseker li festîvalê amade bin.

Wekî din wê bi panelan, Şoreşa Rojava û rewşa Kobanê were nîqaşkirin.

Komên amadekar ên festîvalê banga tevlîbûnê kirin û destnîşan kirin ku Kobanê bi piştgiriyeke navneteweyî dikare were xurtkirin. Her wiha bang li her kesî kir ku xwedî li modela Rojava ya li ser bingeha sîstemeke ekolojîk azadîparêziya zayendî û demokratîk tê avakirin.

Komên amadekar gotin, "Tevlîbûna li nava pêvajoya avakirina Kobanê, deynê mirovahiyê yê hemû civakên alîgirê aştî, azadî û nirxên mirovahiyê ne" û bang destekkirina festîvalê li her kesî kirin.