FEDA êrîşên ‘nîjadperest û faşîst’ ên li dijî Elewiyan şermezar kir

Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) êrîşên “nîjadperest û faşîst” ên li Enqereyê li ser 3 saziyên Elewiyan hatin kirin, şermezar kir.

FEDA’yê daxuyaniyeke nivîskî da û ragihand, “Êrîş û qirkirina çandî ya zîhniyeta înkar, qetlîamkar û asîmîlasyonkar ya li dijî Elewiyan didome. Di encama zîhniyeta qetlîamker de, li Enqereyê di roja destpêkê ya meha Muharemê de li dijî Cemxaneya Şahê Merdan, Navenda Giştî ya Weqfa Elewiyên Bektaşî ya Tirkmen û Cemxaneya Dayika Fatma êrîş pêk hatin û hat xwestin jiyana Pîrê Elewî û canên Elewiyan bên lînçkirin.”

FEDA’yê got, “Beriya her tiştî em vê êrîşa faşîst û nîjadperest bi tundî şermezar dikin û em ji hemû Elewiyan re dibêjin bila zû sax be.” Her wiha anî ziman, “Ev êrîşên hemwext ji yek navendê tên kirin, sûcdar tên parastin û wek her carê, ew ê bi bêcezatiyê bên xelatkirin.”

Di dewamê de FEDA’yê da xuyakirin, “Divê em baş bizanibin ku ev êrîşane ku fêm dibe plankirî ne, encama înkar û bêîtîbarkirina Elewiyan a ji aliyê desthilatdariya siyasî û israra wan a di qirkirina çandî de ye.”

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Xuyaye ku AKP û mejiyê wê yê tekperest li dijî saziyên Elewî dest bi êrîş û provokasyonê kirine. Weke Elewî divê em vê rastiyê bibînin û di eniya demokrasî, edalet, aştî û biratiyê de zêdetir bibin yek û bi rêxistin bibin. Divê Elewî bi vê hişmendiyê tevbigerin ku li pişt van êrîşan zêhniyeta serdest a tekperest heye. Di vê wateyê de berpirsyariya êrîşan li ser milê desthilatdariya siyasî ye. Ti carî wê nikaribe xwe ji vê berpirsyariyê rizgar bike.”

FEDA’yê diyar kir ku eşkerekirina kiryar, kesên ber didin û organîzatoran berpirsyariya hikûmetê ye, FEDA’yê di serî de Elewiyan bang li hêzên demokrasiyê kir ku li dijî înkar, asîmîlasyon û zîhniyeta neheq a qirkirina çandî bi hev re têbikoşin.