FEDA: Em, yên serî li ber zaliman ditewînin şermezar dikin
FEDA'yê diyar kir, ku komkujiyên AKP li Kurdistanê dike didomin û destnîşan kir ku nabe Elewî bi AKP'ê re têkiliyê deyne.
FEDA'yê diyar kir, ku komkujiyên AKP li Kurdistanê dike didomin û destnîşan kir ku nabe Elewî bi AKP'ê re têkiliyê deyne.
Desteya Pîran a Federasyona Elewiyan a Demokratîk li Ewropayê (FEDA) bal kişand ser êrîşên dewletê yên li Bakurê Kurdistanê û nerazîbûn nîşanî hin derdorên Elewî yên 'mirî' yên têkiliya xwe bi AKP'ê re hene.
FEDA daxuyaniyek nivîskî weşand û diyar kir, hikûmeta AKP li Kurdistanê êrîşî jin, zarok û extiyar û hemû nirxên pîroz dike.
Di daxuyaniyê de bal kişand ser ziyareta Serokwezîrê Tirk Ahmet Davûtgolû ya ya ji bo Mala Cem a li Erzînganê û hat gotin: "Em, yên hevkarî û piştgiriyê didin zaliman şermezar dikin. Ji ber nêzîkatiya Mala Cem a li Erzînganê em wan şermezar dikin; banga piştgiriya bi mezlûman re dikin."