FEDA: Divê em layiqî helwesta Huseynî bin

FEDA’yê diyar kir li hemberî desthilatdariya AKP û MHP’ê divê helwesteke Huseynî hebe û got “Em bang li hemû kesan dikin ku bila di nav têkoşîna demokrasiyê de cih bigirin.”

Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) daxuyaniyeke nivîskî weşand û got “Em hemû canên ku berxwedana Hz. Huseyîn a li Kerbelayê ji xwe re kirine rêber û bi mazlûman re ne, bi rêzdarî silav dikin.

Feraseta bi nalet îro jî êrîşî Elewî û beşên civakê yên ji bo heq têdikoşin dike, bi derew û manîpulasyonê civakê dixapîne, ziman, çand, bawerî û nasnameya wan înkar dike û li ser Elewî û Kurdan jî qirkirinê ferz dike. Xwedîderketina li ziman, çand, bawerî û nasnameya xwe, tê wateya xwedîderketina helwesta Huseynî. Li hemberî şer û qirkirinên niha heke em berxwedana Huseyînî geş bikin em ê jiyana azad û hevpar jî ava bikin.

Rêya ku Elewî layiqî helwesta Huseynî bin, ji têkoşîna li hemberî Yezîtên dema me derbas dibe. Mîsyona dîrokî ya Rojiya Mûharremê ev e ku li hemberî feraseta neheq a AKP û MHP’ê em tevî hêzên demokrasiyê têkoşîna hevpar bikin. Elewî di serî de em bang li hemû kesên heqxwaz û edaletxwaz dikin ku bila li dora têkoşîna demokrasiyê kom bibin."