Endamên meclîsê yên HDP’yî hatin destgîrkirin

Endamên Meclîsê yên HDP’yî yên Şaredariya Akdenîzê beriya civîna awarte hatin destgîrkirin.

Endamên meclîsa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) beriya civîna awarte ya li Şaredariya Akdenîzê ya Mersînê ku li ser rayeya deynkirinê nîqaş bikin, bi operasyona qirkirina siyasî hatin destgîrkirin.

Hate hînbûn ku operasyona qirkirina siyasî ji aliyê Serdozgeriya Komarê ve bi îdiaya “endama rêxistinê” û propagandeya "rêxistina terorê" hatiye vekirin. Di serdegirtinê de endama meclîsa Şaredariya Akdenîzê û Hevseroka HDP’ê a navçeyê Bedriye Kuş jî di nav de di derbarê 31 kesan biryara destgîrkirinê hate dayîn.  Di serdegirtinan de mal tevî hev hatin kirin.

Li gel Hevseroka navçeyê Bedriye Kuş , endamên meclîsa Şaredariya Akdenîzê Nûran Aslan, Mehmet Bîtkîn û Alî Tanriverdî jî di nav de 20 kes hatin destgîrkirin û ew birin Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê.

Hate hînbûn ku polîsan navê serdegirtina malan “paqijî” danîne.

Balkêş e ku operasyona destgîrkirinê beriya civîna awarta ya şaredariyê hatiye kirin. Rayeya deynkirinê beriya niha jî hatiye rojevê û endamên Meclisa Şaredariyê yên HDP’ê dengên red dabûn.