Encamên şerê Ûkraynayê her ku diçe giran dibe

Rojnamevan Aykan Sever, şerê hegemonyayê yê li ser Ûkraynayê û encamên wê diqewimin nirxand û diyar kir ku divê ev şer ji şerê cîhanê yê tevayî qut neyê nirxandin û bal kişand ser vî tiştî ku krîzek piralî heye.

Şerê ku di meha Sibatê de bi êrîşa Rûsyayê ya li ser Ûkraynayê dest pê kir, dewam dike. Gelek encamên vî şerî hem ji aliyê hevsengiyên herêmî û hem jî ji aliyê cîhanê ve deriyê pêvajoyeke nû vekir. Bi hewildanên DYE û Îngilistanê re NATO dîsa bû serdest, Ewropa li gorî wê ji nû ve hat avakirin û helbet li cîhana ku bû du cemser, bê guman gelek welat ku li gorî vê arîtmetîkê cih girtin jî çêbûn. Lê li gorî vê arîtmetîka şer û du cemseriyê, dema ku berjewendiyên aborî û her wiha yên siyasî tên rojevê, rewş tevlihevtir bû.

Ev şerê ku di heman demê de bû sedema krîza enerjî û xurekê jî, nîşan dide ku têkiliyên berjewendiyan çiqasî ji hev cuda dibin.

Rojnamevan Aykan Sever ji ANF’ê re qala şerê li Ûkraynayê ku 5 meh li pey xwe hişt û vî şerî çawa hevsengî guherandin kir.

Şerê ji bo hegemonyaya li ser Ûkraynayê didome. Encamên şer ên wekî aborî û careke din dabeşbûna cîhanê bi rengî du cemseran derketin holê. Di vê wateyê de divê em vî şerî çawa binirxînin?

Nêzîkatiyek ku şerê li Ûkraynayê tenê aîdê wê ye û weke parçeyek ji Şerê Cîhanê yê Sêyemîn nabîne heye. Ev tarzê nêzîkatiyeke ku ji yekparetiya şer qut e. Dikare bê gotin ku bûyera ku em jê re dibêjin Şerê Cîhanê yê Sêyemîn, di rastiyê de bi belavbûna Yekîtiya Sovyetê dest pê kiriye. Ji ber ku jihevketina Yekîtiya Sovyetê dihat wateya peydabûna cureyek bazarên nû û koloniyên mezin û deverên ku kapîtalîzm bi awayekî xwe lê belav bibe. Her wiha diviyabû herêmên nû yên serweriyê bihatana avakirin. Jixwe, dibe ku li Yekîtiya Sovyetê jî gelek tiştên ku me jê hez nedikirin hebin, lê bi kêmasî ew herêmek diyarkirî ya serdestiyê li derveyî hegemonya kapîtalîst a li cîhanê bû. Lê parçebûna Yekîtiya Sovyetê bû sedema şerên emperyalîst û parçebûna nû.

Li aliyî din helbet şerên din jî hebûn, lê bi Bihara Ereban a salên 2010’an ev şer derket asteke herî jor. Şerê li Ûkraynayê ev pîvan berfirehtir kir, şer li seranserê cîhanê zêde kir. Niha em behsa karaktera postmodern a vî şerî dikin.

Ev çi ye?

Karaktera postmodern pêknehatina lihevkirina navxweyî di nava eniyan de ye. Mînak Yekîtiya Ewropayê nexwest bi awayekî aktîf bibe aliyekî şer. Lê bi cûreyek zextê ya DYE û Îngilistanê bûn alî. Mînak, ger em Şerê Cîhanê yê Yekem bifikirin, di kampbûyînên li wir de di nava neynûkan de jî be, lê “xwebexşbûnek” heye. Lê em nikarin vê yekê li vir bibînin. Rewşeke ku bi piranî ji aliyê DYE û Îngilistanê ve hatiye afirandin heye. Heta mirov dikare behsa zordariya Îngilistan û DYE’yê bike. Bi cûreyek ji dagirkirinê ya ji nû ve ya Yekîtiya Ewropa ya ji aliyê NATO û DYE’yê bû. Ev ji bo Rûsya, Çîn û Hindistanê jî derbas dibe.

Eger pêwîst bike ku em behsa rewşa wî alî bikin; ji ber ku aliyê rojava zêdetir xuya ye, lê li vê beşê çi bûye û çi dibe?

Mînak Rûsyayê S400 firot Hindistanê. Ev S400 ji bo bikaranîna li dijî Çînê hatin firotin. Lê gava ku hûn bi giştî lê dinêrin, xuya dike ku Rûsya wekî Çînê li heman eniyê cih digire. Di heman demê de, Hindistan li eniya rojava xuya dike û beşek ji Hevpeymaniya Hind-Pasîfîk a Dewletên Yekbûyî ye. Lê belê hem bi kirîna S400 û hem jî bi nepêkanîna cezayên li dijî Rûsyayê, ku piştî şerê Ûkraynayê ket rojevê, di wê eniyê de cih girt.

Bi kurtasî, pozîsyonên demdirêj dikarin werin xêzkirin, lê heya ku karakterê vî şerî bi awayekî radîkal neguhere, wê ev yek bidome. Bi gotineke din, yên ku di heman eniyê de ne, wê dem bi dem rû bi rûyê hev bibin.

Di şer de jî em vê yekê dibînin; meyla belavbûnê ne tenê li eniya Ewropa an Rojhilata Navîn, li xeta Hind-Pasîfîk jî heye. Di vî warî de amadekariyên Îngilistan û Emerîkayê hene. Di vî warî de gavan diavêjin. Wê demê em dikarin bibêjin ku şer bi berfirehbûnê bi dawî nabe?

Bêguman. Ji ber ku di encama şer de mîlîtarîzm jî li cîhanê mezin bû. Bi carekê ve li seranserê cîhanê, firotina çekan zêde bûye. Li vir tevgera leşkerî ya dijwar heye. Mînak behsa yekbûna NATO’yê li Ewropaya Rojhilat tê kirin. Buhayên enerjî û xurekê zêde bûn. Ji ber vê yekê em bi krîzeke giştî û yekpare re rû bi rû ne. Di vê pêvajoyê de em dibînin ku herî zêde şîrketên çekan û petrolê qezenc dikin. Weke mînak di nûçeyeke nû ya ku hatiye weşandin de rêjeya qezcncên şîrketa Shell îsal ji sedî 26 zêde bûye û 11.5 milyar dolar zêde qezenc kiriye. Helbet li dijî wan îsyan û grev jî hene. Dibe ku hema hema li hemû deverên cîhanê zêde nebin nûçe, lê em îsyanên li welatên wekî Îngilistan, Hollanda, Panama, Arjantîn û Srî Lankayê ji bîr nekin. Her wiha krîza avhewayê ya cîhanî jî her ku diçe kûrtir dibe. Em ber bi nuqteyeke bê veger ve diçin. Bi taybetî jî krîza enerjiyê tê payîn ku krîza avhewayê ya global kûrtir bike.

Weke encameke siyasî; dîsa eniya Emrîka û Îngîlîz hewl dide ku dawiya Neteweyên Yekbûyî bîne. Ew hewl didin ku li şûna Neteweyên Yekbûyî pergalekê ku tê de hin rêgezên ku bi xwe di navenda wê de bin û bikaribin ber bidin giştî cîhanê ava bikin. Li aliyê din Çîn û Rûsya hewl didin ku Neteweyên Yekbûyî li ser piyan bigirin lê di heman demê de hewl didin wê veguherînin rêxistinekê ku ew tê de bêtir xwedî gotin bin. Herî dawî Wezîrê Derve yê Rûsyayê Lavrov di gera xwe ya Afrîqayê de gotibû ku divê welatên Afrîqayê jî di Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî de cih bigirin û ji ber vê yekê divê Konseya Ewlekariyê berfireh bibe. Bê guman, wî ev yek bi armanca ku li ser Afrîqayê xwedî gotin be anî ziman.

Baş e bi rastî li qadê çi diqewime?

Beriya her tiştî rîska şerê nukleerî zêde dibe. Bi taybetî li cihê ku Rûs tê de tengav bûne, îhtîmal e ku ew çekên nukleerî bi kar bînin. Dibe ku kes nikaribe pêşiya vê yekê bigire jî. Pûtîn ji rojava ne cuda ye, heta di vî warî de dibe ku xerabtir jî be. Mirov nikare bibêje ku aliyê din di van mijaran de pir bi aqil e. Rûsya ji bo ku çokan bi rêveberiya Ûkraynayê bide danîn û herêmên xwe yên dagirkeriyê heta peravên Behra Reş belav bike çû. Li aliyê din Ûkrayna -mebesta min rêveberiya Zelenskî ye- hê bêtir di çarçoveya vegerandina erdên xwe de tevdigere. Li gorî wan, ew hewl didin bajarê ku niha di destê Rûsyayê de ye, bi taybetî li ser xeta başûr bistînin. Li vir xwe dispêrin çekên Rojavayiyan. Ger ew der bê girtin, dibe ku bera şer biguhere. Dibe ku bi taybetî şerê nûkleerî bê rojevê. Ji xeynî wê, Emerîka û Îngilistan ji ber niyeta xwe ya dayîna şerkirina Ûkraynayê heta hilweşandina rêveberiya Pûtîn li Rûsyayê nîşan didin, bi berdewamî çekan didin Ûkraynayê. Di encamê de vî şerî karaktera emperyalîst a hemû Rojavayiyan, Rûsya û Çîn gelekî zêdetir eşkere kir.

Yanî di van hevsengiyan de helwesta Tirkiye û helbet hikûmeta Erdogan çawa ye? Ma her du cemser cîhê manevrayê didin wî? Mînak di warê aborî de bi awayekî eşkere qadeke ji bo xwe vekiriye. Di vê wateyê de cihê Tirkiyeyê bi rastî li ku ye?

Tirkiye xwedî kêrhatiya hesabkirinê nîne. Xala sereke ya hikûmetê ew e ku bi tevgerên ku di hemû siyaseta derve û hundir de dike, cihê xwe biparêze. Ji bo ku desthilata xwe mayînde bike. Li vê derê li hemberî zextên ku ji aliyê Rojavayiyan ve tên, cihê xwe weke mertal bi kar tîne. Bi gotineke din, israr dike ku helwesta xwe ya dualî ya di navbera Rûsya û Emerîkayê de biparêze. Çû civîna dawî ya Astanayê û belgeya ku di civîna NATO’yê de ya dibêje dijminê sereke Rûsya ye îmze kir. Lê piştre di civîna Tehranê de belgeyek îmze kir ku dibêje divê Emerîka ji rojhilatê Sûriyê derkeve. Ji ber vê yekê ez ji vî şerî re dibêjim postmodern. Lê ne tenê rêveberiya Tirkiyê vî karî dike. Heman tişt ji bo Rûsya û Îranê jî tê gotin. Niha behsa yekîtiya axa Sûriyeyê dikin. Tirkieyyê yek ji sê parên axa Sûriyeyê dagir kiriye. Di encamê de, mixabin ji îmzekirina wê derewê jî xwe nadin paş. Em bi rewşeke wiha re rû bi rû ne.

Eger em bên behsa korîdora genim bikin; roja din piştî peymanê, dema ku Rûsyayê bender bombebaran kir, Tirkiyê ragihand ku “Tu eleqeya Rûsyayê bi vê yekê re nîne”. Jixwe, Rûsyayê tiştek din got. Ji ber vê yekê ew dikarin bikevin nav helwestên wiha komîk. Mînakên din jî hene. Di rojên borî de Rûsyayê mijara hilberîna hevpar a SÎHA’yên Bayraktar an jî kirîna wan anîbû rojevê. Bi awayekî ev yek taktîka tengavkirina Tirkiyê ya li hemberî aliyê din e. Ger Tirkiye bêje erê, divê bi temamî ji tifaqa Rojava bê derxistin, lê em ne di bin şert û mercên asayî de ne.

Li aliyê din korîdora genim ambargoya NATO’yê jî kun dike. Ev ji bo petrol û gazê jî derbas dibe. Hem Rûsya û hem jî Tirkiye ji vî karî sûdê werdigirin. Jixwe Rûsya kelûpelên xwe bi rêya Tirkiyê difiroşe. Di heman demê de wê rê li ber rêxistinên pereyên reş dişon jî veke. Tirkiye jixwe ji bo olîgarkên Rûs veguheriye bihuştê. Di vê wateyê de Rûsya şirîkê gaza Azerbaycanê ye ku Ewropa bi rêya Tirkiyê dikire. Dîsa wek mînak li Cezayîrê gaz derket. Ew ê ji Yekîtiya Ewropayê re were veguheztin û dibe ku Rûsya jî di vê yekê de hevkar be. Em bêjin dixwazin gazê ji Îranê bikirin, lê şirîkê vî karî li Îranê dîsa jî wê Rûsya be. Di encamê de têkiliyên berjewendî û şer bi hev ve girêdayî ne û yek ji wan tiştekî nake ku van têkiliyan bi temamî bişkîne û zirarê bide wan.