'Em destekê didin berxwedana xwerêveberiyê'
Komite Internazionalistak a li Baskê, berxwedana xwerêveberiyê ya li Kurdistanê silav kir.
Komite Internazionalistak a li Baskê, berxwedana xwerêveberiyê ya li Kurdistanê silav kir.
Endamê komîteyê Atxesburu, li dijî êrîşên qirkirinê yên AKP'ê banga piştgiriya ji bo Kurdan kir û diyar kir, ew destekê didin paradîgmayên Ocalan. Atxesburu da xuyakirin, ku divê qedexeya li ser PKK'ê were rakirin.
Komite Internazionalistak (Komîteya Enternasyonalîst) a li welatê Baskê, ku di dema berxwedana Kobanê de çalakiyên xurt lidar xist, endamê wê Lur Atxesburu da xuyakirin, ku ew destekê didin berxwedana xwerêveberiyê ya li Bakurê Kurdistanê.
Lur Atxesburu ji ANF'ê re axivî û diyar kir, Komite Internazionalistak saziyek li ser enternasyonalîzmê dixebite û anî ziman, ev tora piştevaniya polîtîk di dawiya salên 1970'î de bi şoreşa Sandinista ya li Nîkaragûayê derket holê.
PERSPEKTÎFÊN XWE ANTÎ KAPÎTALÎZM Û ANTÎ EMPERYALÎZM E
Atxesburu da zanîn, ev tora piştevaniya polîtîk bi demê re li welatên Salvador, Gûatemala, Kolombiya, Kuba, Meksîka, Sahra Mezin, Fîlîstîn, Iraq û Kurdistanê belav bû û ragihand, ew bi perspektîfeke antî kapîtalîst û antî emperyalîst li dijî sîstema heyî ya neolîberal derdikevin.
Atxesburu got, "Em saziyeke civakî ya sivîl nînin û alîkariya însanî nakin. Em rûbirûbûn û hişyariya têkildarî sîstemê dafirînin" anî ziman ew bi hawirdorparêz, hêzên femînîst, dijberên nîjadperestiyê, antî mîlîtarîzm, sendîkavan û hêzên destekê didin girtiyan, tevdigerin.
Atxesburu da zanîn, zêdeyî 20 sal in ew her havînê ekîban dişînin welatên cuda û ev karê xwe par li Fîlîstîn, Kurdistan, Brezîlya, Venezûela û Yewnanîstanê kirine.
Atxesburu da xuyakirin, ku delegasyonên wan ji van herêman re şandine, bi saziyên cuda re hevdîtin kirine, lê belê bi giranî li ser tevgerên civakî sekinîne û got, "Bi van hevdîtinan ve em têkoşînên cuda yên li cîhanê nas dikin û têkoşîna li welatê Baskê didin bihîstin."
'PARADÎGMAYA OCALAN BALA ME DIKIŞÎNE'
Atxesburu diyar kir, ev sê sal in ew giraniyê didin ser berxwedana gelê Kurd û destnîşan kir, ew piştgiriyê didin Kurdan ku bi konfederalîzma demokratîk ve hewl didin jiyaneke nû ava bikin.
Atxesburu ragihand, paradîgmaya konfederalîzma demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bala wan dikişîne û destnîşan kir, ku ew destekê didin her altenatîfa gelê Kurd û hurmetê nîşanî biryara diyarkirina çarenûsa xwe ya her gelî didin. Atxesburu her wiha da zanîn, ew destekê didin kampanya ji bo rakirina qedexeya li ser PKK'ê tê meşandin.
'EM BERXWEDANA XWERÊVEBERIYÊ SILAV DIKIN'
Atxesburu berxwedana xwerêveberiyê ya li Bakurê Kurdistanê jî silav kir û nerazîbûn nîşanî polîtîkaya şerê topyekûn ê AKP'ê da. Atxesburu diyar kir, AKP bi vê polîtîkaya qirkirinê ve dixwaze derbê li gelên li Tirkiyeyê bi taybetî li gelê Kurd bixe û anî ziman, Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdodan dixwaze xalîfetiyê ava bike û dengê hemû mûxalîfan bibire.
Atxesburu bang li hemû gelên cîhanê kir, ku li dijî AKP/Erdogan û dewleta wî derkevin.
Endamê Komite Internazionalistak Lur Atxesburu da xuyakirin, ku ew Şoreşa Rojava û tecrûbeya xweseriyê weke mînakek hêviyê dibînin û hewldana YPG/YPJ'ê ya têkoşîna li dijî çeteyên DAIŞ'ê silav dikin.