Elmanyayê hevkarê sîxurê MÎT'ê negirt

Azîz D. hevkarê sîxurê MÎT'ê Alî Demîr, ku par li Dusseldorfê bi çekê hate girtin, tevî ku lêpirsîn jî lê hate vekirin, nehate girtin.

Di Îlona 2021'ê de li Dusseldorfê di serdegirtina otelekê de sîxurê MÎT'ê Alî Demîr hate girtin. Eşkere bû ku Alî Demîr ji sala 2018'an û pê ve li Elmanyayê têkildarî muxalîfên rejîma AKP-MHP'ê agahî kom dikir. Li odeya Demîr çekek û gelek fîşek hebûn, ku xebatkarekî otelê dema pê hesiya, gilî kir. Yekîneyên ewlekariyê telefona Demîr lêkolîn kirin û tespît kirin ku pêwendiya wî bi MÎT'ê re heye.

Demîr di 17'ê Adara 2022'an de li Dadgeha Herêmê ya Bilind a Dusseldorfê di darizandinê de mikur hat ku ji MÎT'ê re dixebite û siyasetmedarên Kurd û kesên nêzî Civata Gulen ên li Elmanyayê dişopîne, van karên xwe jî ji ber ku 'neteweperestekî Tirk e' dike.

Darizandin meha Hezîranê bi dawî bû û Alî Demîr ji "qanûna poşmaniyê" sûd wergirt û salek û 9 meh cezayê girtîgehê lê hate birîn. Her wiha têkildarî hevkarê xwe Azîz D. de jî agahiyên girîng da.

Serdozgeriya Federal a li Karlsrûheyê ye, destpêka meha Tebaxê têkildarî Azîz D. ku welatiyê Elman e dest bi lêpirsînê kir. Rayedaran pirsên ANF'ê yên li ser berfirehiya lêpirsînê bêbersiv hiştin. Lê tê gotin ku Azîz D. hevkarê herî girîng ê Alî Demîr e.

Li gorî lêpirsîna dozgeriyê, kesê ku çek û fîşekên li ser Alî Demîr hatin girtin peyda kiriye, Azîz D. ye. Hate ragihandin ku herdu endamên MÎT'ê; Azîz D. û Alî Demîr çûne polîgonên ceribandina çekê û çek berdane. Lê belê tevî ewqas delîlan jî Azîz D. nehate girtin û bi rengekî negirtî tê darizandin.,

Yek ji welatên ku tevna sîxuriyê ya Tirk lê gelekî xurt e, Elmanya ye. Li Elmanyayê MÎT bi rêya saziya diyanetê ya dewleta Tirk DÎTÎB'ê, bi rêya mizgeftên wê, konsolosxaneyan, banka û buroyên ger û geştê xwe bi rêxistin kir.

MÎT'ê bêdengiya dewleta Elmanyayê ji bo xwe weke firsendekê bi kar anî. Têkildarî sîxurên MÎT'ê sala 2020'î 4 caran, 2021'ê 7 caran û 2022'an jî têkildarî kesekî lêpirsîn hate destpêkirin. Tê texmînkirin ku kesê îsal ketiye ber lêpirsînê Azîz D. ye.

Lêpirsîna sîxuriyê ya ku sala 2017'an li hemberî 19 îmamên DÎTÎB'ê hate destpêkirin, di encama bazariya navbera desthilatdariya Merkel a wê demê û rejîma Erdogan de hate girtin. Di dozên têkildarî MÎT'ê de tenê cezayê girtîgehê li Alî Demîr hatiye birîn.