Ebadî wê di berdêla petrolê de mûçeyên karmendên li Kurdistanê bide!
Serokwezîrê Iraqê Haydar Ebadî da xuyakirin, ku bi şertê 'petrolê nefiroşe' de ew dikarin mûçeyên karmendên li Başûrê Kurdistanê yên bi mehan e nayên dayîn, bidin.
Serokwezîrê Iraqê Haydar Ebadî da xuyakirin, ku bi şertê 'petrolê nefiroşe' de ew dikarin mûçeyên karmendên li Başûrê Kurdistanê yên bi mehan e nayên dayîn, bidin.
Haydar Ebadî diyar kir, eger rêveberiya Başûrê Kurdistanê firotina petrolê bêyî Bexdayê bisekinîne, ew ê mûçeyên karmendan ên heta niha nehatine dayîn, bidin.
Ebadî ji televîzyona El Iraqiyê re axivî û ji hikûmeta Kurdistanê xwest, ku dest ji firotina petrolê di ser Tirkiyeyê re berde. Ebadî da xuyakirin, ku divê kontrola petrolê ji hikûmeta navendî re were dayîn û got, "Petrolê bidin me. Ez ê mûçeyên hemû karmendên li Kurdistanê bidim."
Başûrê Kurdistanê ev 3 sal in di ser Tirkiyeyê re petrolê difiroşe. Hikûmeta navendî jî ji hingî ve para Kurdan a di budçeyê de qut kiriye. Lê belê kêmbûna buhayê petrolê, karên nelirê û şerê li hemberî DAIŞ'ê li Başûrê Kurdistanê rê li ber krîzeke cidî ya aboriyê vekir.
Mûçeyên karmendên li Başûrê Kurdistanê bi mehane nayên dayîn.