Dozgeriya Tirk dixwaze parêzeran ji ber 'Cizîrê' ceza bike
Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê, der barê 18 parêzerên ku "qedexeya derketina derve" ya li Cizîrê şermezar kirin, gilîname amade kir û xwest, parêzer bên cezakirin.
Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê, der barê 18 parêzerên ku "qedexeya derketina derve" ya li Cizîrê şermezar kirin, gilîname amade kir û xwest, parêzer bên cezakirin.
Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê, bi hinceta "propagandaya rêxistinê kirine" û "Di civîn û meşan de li gel hişyarkirinê jî belavnebûne" der barê 18 parêzeran de gilîname amade kir. 15'ê Îlona 2015'an parêzaran ji bo êrîşên li hemberî gelê Cizîr protesto bikin li Tunela li Beyoglûyê çalakiya rûniştinê li dar xistibûn.
Çalakî ji aliyê Huqûnasên Tevgera Hezîranê ya Yekbûyî, Koma Parêzerên hevdem, Komeleya Parêzerên hevdem, Huqûqnasên ji bo Demokrasiyê, Daîreya Huqûqê ya Malên gel, Parêzerên Demokratên Azadîxwaz, Komeleya Huqûqnasên Azadîxwaz hatibû organîzekirin.
Ji bo lêpirsîna ku der barê parêzeran hat vekirin, weke delîl daxuyaniya ku dane û çalakiya wan a rûniştinê ku piştî polîsan meşa wan asteng kir hat lidarxistin hate nîşandan.
Navê parêzerên ku der barê wan de gilîname hatine amadekirin ev in: Avni Guçlu Sevimli, Banu Guveren, Baran Dogan, Diren Yeşil, Ebru Timtik, Ercan Kanar, Gokmen Yeşil, Guray Dag, Huseyin Bogatekin, Mehmet Umit Erdem, Mustafa Ruzgar, Naciye Demir, Neziha Eken, Onur Şahinkaya, Ramazan Demir, Sezin Uçar, Sinan Zincir, Can Atalay.
Gilîname ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 36'emîn a Stenbolê ve hate qebûlkirin.